KNK'ê, bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê weke dagirkirina Başûrê Kurdistanê û binpêkirina qanûnên navneteweyî pênase kir û destnîşan kir, ku divê Tirkiye bi lez ji Başûrê Kurdistanê derkeve. KNK'ê li dijî vê dagirkeriyê banga têkoşînê li gelê Kurdistanê kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, li ser bicihbûna leşkerên Tirk li bajarokê Başîkê yê li rojhilatê Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûneke tund nîşan da.
KNK'ê bibîr xist, ku dewleta Tirk ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bê navber herêma Qendîlê bombebaran dike û da zanîn, ku ji ber bêdengiya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha bi cesareta ji hêzên navdewletî wergirtî re, gaveke nû ya xeternak avêtiye û ketiye Mûsilê.
'ARMANCA TIRKIYEYÊ DAGIRKIRINA HERÊMÊ Û XURTKIRINA DAIŞ'Ê YE'
KNK'ê da zanîn ku ev gava Tirkiyeyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya Iraqê, cîhana Ereb û tevahiya cîhanê xeteriyeke mezin e û got, "Ji ber ku armanca wê zelal û ronî ye: Dagirkirina herêmê û xurtkirina DAIŞ'ê ye.
Dewleta Tirk dît ku li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê êdî nikare DAIŞ'ê li hember têkoşîna lehengiya gerîlayên YPG/YPJ û hezên koalîsyona li dijî DAIŞ'ê biparezê, îro bi ketina Mûsilê re dixwaze pêşiya têkçûyîna DAIŞ'ê bigire."
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK'ê ya li ser mijarê bi vî rengî dewam kir:
"Bi hevgirtina hezên QSD û yên navdewletî yên wek Rûsya û Amerîkayê, Dewleta Tirk fêm kir ku kontrola xwe li ser herêmên stratejîk yên wek Ezaz û Cerablûsê winda dike û êdî nikare li pêşiya azadkirina Cerablûsê bisekine. Di ser van herêman re, bi taybet di ser Cerablûsê re DAIŞ petrolê difiroşe Dewleta Tirk û alîkariya lojîstîk werdigire. Ji bo ku li wan deveran pêşiyê li bombardûmana balafirên Rûs bigire, artêşa Tirk balafira Rûs xist. Lê ev provokasyona mezin têk çû û dewleta Tirk bi ser neket. Edî hema hema her kesê/î ev yek bi awayekî vekirî dît ku Dewleta Tirk ji bo DAIŞ têk neçe êrîşî Rojava dike. Her wiha ji aliyê hêzên QSD’ê, hêzên HPG, YBŞ’ê û Peşmergeyan ve pêkanîna azadkirina Holê û Şengalê jî, derbên giran li DAIŞ’ê xistin. Vê serketinê qeyrana Dewleta Tirk kûrtir kir."
KNK'ê da xuyakirin ku li Bakurê Kurdistanê jî, dewleta Tirk bi kuştina sivîlan, bombekirin û xerakirina bajaran nikare pêşî li daxwaziyên gelê Kurd ên ji bo xweseriyê bigire û got,"Ji ber wê jî niha derbasî Başûrê Kurdistanê bûye, da ku bikare hêza esasî ya wek PKK´ê ku di wan salên dawî de li dijî DAIŞ´ê şerekî serketî meşand, bigre. Her wiha armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Ev armanca dewleta Tirk sala par bi dagirkirna Mûsîlê bi ser neketibû. Tê zanîn DAIŞ´ê par piştî Mûsîlê xwest ku Şengal, Maxmûr, Giwer û Kerkûkê jî dagir bike. Lê hem hezên PKK´ê û hem jî hezên navdewletî rêya wan girtin. Ev plana hevbeş di navbera DAIŞ´ê û Dewleta Tirk de bû."
'DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ, DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK WEKE XETA SOR BIBÎNE Û TÊBIKOŞE'
KNK'ê da zanîn ku Tirkiyê li dijî gelê Kurd ê ku bi berxwedana xwe ya mirovî li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna li hemberî terorê, piştgiriya hêzên tarî çeteyên DAIŞ’ê dike û got, "Lê mixabin hem par hem jî niha nezîkbûna siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di pênasekirina Dewleta Tirk û hevbendiya wê de li gel DAIŞ´ê zelal nîne. Îro jî hatina artêşa Tirk wek 'perwerdekirina pêşmergeyan' meşrû dide nîşandan.
Em daxwaz ji Hikûmeta Herema Kurdistanê, ji Iraqê û hêzên navdewletî dikin ku devleta Tirk bi lez rawestînin û îhlalkirina sînoran wek tewanê qanûnî hildin dest û bi gavên huqûqî pêşiya belavkirina terorê bigrin.
Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku hatina Devleta Tirk wek xeta sor a yekîtiya neteweyî bigirin dest û li hember dagirkirinê têbikoşin."