Li Nisebînê ciwanekî din bi guleya polîsan ji zikê xwe birîndar bû!

Li Nisêbînê, ji ber êrîşa polîsan ciwanek ji zikê xwe birîndar bû. Berxwedana gel jî dewam dike.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya deketina derve" ya cara pêncemîn hat îlan kirin, di roja 2. de ye. Êrîşên hêzên dewletê yên duh ji nû ve destpê kirin, îro dewam kirin. Li taxên Firat, Abdulkadîrrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê jî êrîşên polîsan didomin. Bi taybetî li ser kolana Çaxçaxê ku her 4 taxan digihîne hev, êrîş giran bûne. Gulebarana ji wesayîtên zirxî yên tîpa kobra ku di bi şevê destpê kir, heta sibehê dewam kir. Polîs, bi taybetî di êrîşan de trafoyên elektîrê hedef digire.

CIWANEK BIRÎNDAR BÛ

Di saetên sibê de, li Sikaka kanal a taxa Firatê, ciwanek bû hedefa tîmên taybet. Ciwanê ku navê wî nehat zanîn, ji wesayîta zirxî hate gulebaran kirin û ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Polîsan destûr nedan ku ambûlans were cihê bûyerê û welatî ciwanê birîndar di nav betaniyê de gihandin ambûlansê. Ciwanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Her wiha li derdora otogara kevn a taxa Firatê teqînek dijwar pêk hat. Piştî teqînê, hejmarek zêde wesayîtên zirxî û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.