Alpdogan ê bi guleya tîmên taybet birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Mahsûm Alpdogan ê li Nisêbînê di êrîşa çekdarî ya tîmên tevgera taybet ên Tirk de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Mahsûm Alpdogan ê 19 salî yê danê sibehê li Nisêbînê di êrîşa çekdarî ya tîmên tevgera taybet ên Tirk de bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da.

Alpdogan, ji ber gulereşandina ji wesayîta zirxî ya kobra ya li Kolana Kanal a taxa Firatê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû û ji ber polîsên Tirk nehiştin ambûlans xwe bigihîne taxê, wextekê li erdê ma. Piştre welatiyan ew gihandin ambûlansê, lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.

Ji bo otopsiyê wê cenazeyê Alpdogan ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê re were şandin.