Girseya gel a ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên dewleta Tirk xwest bimeşe navçeya Sûrê, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ku çalakiya rûniştinê pêk anî û hewl da bi rêyên cuda xwe bigihîne Sûrê, vê carê rastî êrîşa polîsan hat.
Rêveber û nûnerên HDP, DBP ên bajar û navçeyan, pêkhateyên KJA û rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de bi sedan kesên li Meydana Stasyonê ya Amedê civiyan, xwest ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin, lê belê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin astengkirin.
Tevî dorpêçiya polîasn jî girseya gel di bikaranîna mafê xwe yê demokratîk de israr kir û bi qîrîna dirûşmên "Ji gerîlayên li nava Sûrê li ber xwe didin re hezar silav", "Tîmên Esedûllah ji Kurdistanê bicehimin", "PKK gel e gel li vir e", "Têkoşîn berxwedan, rêya me rêya şehîdan" û "Qasidê Aştiyê li Îmraliyê ye" dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Piştî vê çalakiyê girseya gel hewl da bi rêyên cuda biçe Sûrê, lê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîş kirin.
Piştî ku polîsan êrîşî girseya gel kirin, gel li Koşûyolû, Ofîs û Oryilê civiya û xwe li hemberî êrîşan parast. Ji taxan dengê dijwar ê teqînan tê.
...