Hevserokên DBP'ê yên Erzîromê hatin binçavkirin

Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Erzîromê Mizgîn Sayan Aksoy û Bîlal Yaprak hatin binçavkirin.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên Erzîromê Mizgîn Sayan Aksoy û Bîlal Yaprak, ku ji bo dayîna îfadeyê duh çûn Midûriyeta Emniyetê ya Erzîromê, hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku Hevserokên DBP'ê yên Bajêr bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "propaganda" û "sorkirina gel ji bo kîn û nefretê" hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyan di serdegirtina li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Bajêr de xebatkarekî ciwanan ê navenda DBP'ê yê bi navê Hakan Firat jî hatiye binçavkirin.