Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin

Li bajarên Elmanya Mannheîm, Freîbûrg û Stûtgartê û li bajarê Fransa Marsîlyayê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şevên girseyî hat pîrozkirin.

Li bajarên Elmanya Mannheîm, Freîbûrg û Stûtgartê û li bajarê Fransa Marsîlyayê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şevên girseyî hat pîrozkirin.

MANNHEÎM

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Mannheîmê bi şevekê hat pîrozkirin. Piştî vekirina şevê, Sekreterê Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Ewropayê Ozgur Oz peyivî. Oz da xuyakirin ku têkoşîna Elewiyan û ya Kurdan ji hev cuda nînin û got, "Girîng e em têkoşîna hevpar xurt bikin."

Di şevê de nûnerên Dîe Lînke, MLPD, TJK-E û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axivîn. Piştî nîşandana sînevîzyonê Koma Renk, Xelîl Xemgîn, Ozan Zahîr û Nûarîn derketin ser dike. Şeva ku ciwanan sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin, bi gerandina govendê bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şevekê hat pîrozkirin. Şev ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Çanda Kurd a Lahr ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê de Hevserokên meclîsên Gel ên Freîbûrg û Lahrê axivîn.

Di şeva ku rêxistinên çep ên Elman jî lê amade bûn de siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî rewşa dawî li Kurdistanê nirxand. Di şevê de peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û Yekîtiya Êzidiyan li Ewropayê, hatin xwendin.

Di şevê de peyama Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan a li ser 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bi rêya sînevîzyonê hat nîaşndan.

Piştre koma govendê ya ji jinên ciwan û zarokan Sê Gulên Azad, hunera xwe pêşkêş kir. Hunermend Zarîfe Zêrîn, Seyîdxan, Hasan Yildiz, Koma Zelal, Gerîlya Soûnd û Koma Mozaîk derketin ser dike.

STÛTTGART

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Stûttgartê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya girseyî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Arîf Engîzek li şevê axivî û destnîşan kir ku komeke beriya 37 salan dest bi têkoşînê kir, îro li Kurdistan û Rojhilata Navîn serdemeke nû daye destpêkirin. Engîzek xwerêveberî jî silav kir.
 
Di şevê de Bêrîvan Arîn, Sîmar, Sîpan Xelat, Alî Baran, Kawa Ûrmiye, Koma Govenda Jiyanê û Koma Şano ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stûttgartê Jiyana Nû derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şeva ku li ser dîroka PKK'ê sînevîzyon hat nîşandan, bi gerandina govendê bi dawî bû.

MARSÎLYA

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Fransa Marsîlyayê hat pîrozkirin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Hevserok Yilmaz Açikyuz li vir peyivî û got, "Gelê Kurd bi berxwedanê bi ser ket. Tevahiya cîhanê îro neçar maye ev îtibara bi rûmet a hatiye qezenckirin, bi peyivîrne. Her kesî ev rastî qebûl kiriye. Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan û Kurdistanê."

Di şevê de nûnerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Ciwanan a Marsîlyayê axivîn û piştre hunermend Bûrhan Karakaş, Serhat Evîndar, Çetîn Oraner û Denîz Deman derketin ser dikê.

...