Fermandar Adil û Gulbihar li herêmên gerîla hatin bîranîn
Ji Fermandarên HPG'ê Ramazan Aybî (Adil) û ji Fermandarên YJA Starê Selma Kaya (Gulbihar Gulhat) ên di 4'ê Mijdara 2007'an de li Gabarê jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîla hatin bîranîn.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 7 berfanbarê 2015, 07:02
Ji Fermandarên HPG'ê Ramazan Aybî (Adil) û ji Fermandarên YJA Starê Selma Kaya (Gulbihar Gulhat) ên di 4'ê Mijdara 2007'an de li Gabarê jiyana xwe ji dest dan, li herêmên gerîla hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê de ji Fermandarên HPG'ê Sabrî Tendurek, Kemal Hakkarî û ji Fermandarên YJA Starê Raperîn Gabar amade bûn.
Fermandarê HPG'ê Sabrî Tendurek li merasîmê peyivî û got, "4'ê Mijdarê roja şehadeta hevalên Adil û Gulbihar in. Dibe ku tê bîra hevalan, di 4'ê Mijdara 2007'an de di encama operasyona dewleta Tirk a mêtînger de li warê Egîdan Gabarê her du heval şehîd ketin."
Tendurek, Ramazan Aybî (Adil) û Selma Kaya (Gulbihar Gulhat) bibîr anî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di rojeke bi vî rengî de em careke din soz didin ku em ê bibin şopdarên xeta şehîdan û azadiyê.
Weke ku tê zanîn Botan di şerê me yê çekdarî de xwedî cihekî girîng e. Yanî têkoşîna me ya çekdarî li xaka Botanê bi pêş ket û hat bi pêş ve birin. Bi pêşengiya hevrê Egîd, li Botanê gelek fermandarê hêja derketin holê. Yek ji van jî hevalê Adil bû. Hevrê Adil di sala 1988'an de tevlî nava refên gerîla bû. Piştî demeke kurt li nava refên gerîla bû fermandar û weke pêşengekî şer kir. Di dîroka me ya şerê çekdarî de gelek caran bi çalakî, lehengî, fedekarî û hevrêtiya xwe re pêşengî ji vî şerî re kir. Weke lehengekî derket pêş; ji bo gelek hevalan ji aliyê fermandarî, fedekarî, şoreşgerî û şervanî ve bû mînak.
Bêguman hevrê Gulbihar jî xwedî kesayetiyeke bi vî rengî bû. Di dîroka me ya şer de demeke dirêj li herêma Serhedê ma. Piştre derbasî herêma başûr bû û herî dawî xwest li Botanê tevlî şer bibe. Ew jî xwedî sekneke fermandarî û fedekariyê bû. Û di vê çarçoveyê de tevlî şer bû. Li ser vê bingehê dikarim bêjim ku van hevalên mîrateyeke li dîrok û têkoşîna me hiştin. Ev mîrate ji bo ciwanên Kurd û gerîlayên Kurdistanê xeta têkoşînê bû. Û îro ev têkoşîn bi pêşengiya wan dimeşe. Girîng e rewş bi vî rengî were dîtin û nirxandin. Dibe ku îro ew hevrê ne di nava me de bin, şehîd ketibin. Lê belê ruh, nêrîn, fedekarî û cesareta wan li bajar û çiyayên Kurdistanê şer dikin, didin şerkirin. Sala 2007'an ji bo tevgera me saleke girîng bû. Dijminên xwînmêj hingî biryar dabû ku gerîlayên Kurdistanê tesfiye bike. Digotin ku ew ê gerîla têk bibin û teslîm bigirin. Lê belê hevrê Adil bi çalakiya xwe ya 2007'an a li Gabarê re bersiveke mezin da dijmin. Bi çalakiyan xwe re nîşanî dijmin da ku wê ti carî nikaribe gerîlayên Kurdistanê tên bibe. Ji dijmin re got, gerîlayên Kurdistanê bi nêrînên hevrê Egîd mezin bûne, bi pêş ketine, ew şagirtên wî ne, lewma hûn ê ti carî nikaribin bi gerîla, nikaribin gerîla tine bikin. Li ser van esasan gelek çalakiyên mezin li çiyayê Gabarê hatin kirin. Bersivên gelekî girîng ji dijmin re hat dayîn. Em dikarin bêjin ku hevalên Adil û Gulbihar bi çalakiyên xwe re pêvajoyeke nû dan destpêkirin. Ew dem dema şerê gel ê şoreşgerî bû. Pêngava şerê gel ê şoreşgerî bû. Piştî vê demê, têkoşîna me ket nava merheleyeke cuda. Û ev pêngav bi çalakiya hevalê Adil destpê kir û bi pêş ket."