Polîsan 2 kes qetil kirin
Li Nisêbînê ji 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebarankirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Nisêbînê ji 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebarankirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Nisêbînê ji 3 welatiyên ku ji wesayita zirxî hatibûn gulebarankirin, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku polîs welatiyên çûne ser cenazeyan jî gulebaran kiriye.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê vê sibê cara 5'emîn li 4 taxan qedexeya kolanan hate îlankirin, polîsan li Sikaka Liyan a Taxa Dîcleyê ji wesayitên zirxî welatî gulebaran kir. Di êrîşê de, ji 3 kesên birîndar bûn, 2 welatiyan li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku navê yek ji welatiyên hatine qetilkirin Mehmet Emîn Înan e, lê navê welatiyê din nehate zanîn.
Li heman taxê, di encama êrîşan de Rabiya Taylan, welatiyekî navê xwe Ahmet û 2 welatiyên navên wan nehat zanîn jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku, welatiyên çûne ser cenazeyan û xwestine alikariya birîndaran bikin jî rastî êrîşa polîsan hatine.