Heyeta KNK'ê: Ji bo çareseriya li Xûrmatû divê her kes bi berpirsyarî rabe
Ji bo lêkolînkirina şerê li Xûrmatû di meha Mijdarê de qewimî, KNK'ê duh heyetek şand herêmê.
Ji bo lêkolînkirina şerê li Xûrmatû di meha Mijdarê de qewimî, KNK'ê duh heyetek şand herêmê.
Ji bo lêkolînkirina şerê li Xûrmatû di meha Mijdarê de qewimî, KNK'ê duh heyetek şand herêmê. Heyeta bi serokatiya endama Konseya Rêveber a KNK'ê Perwîn Ezîz Seîd, li navçeyê bi qeymeqam, nûnerên encûmena navçeyê, partiyên siyasî û Heşd El Şebî re hevdîtin kir. Heyetê di hevdîtinan de li ser sedemên rûdana bûyeran û rêbazên çareseriyê nêrînên xwe parve kir.
KUŞTINA DOKTOR BÛ SEDEMA BÛYERAN
Qeymeqamê navçeyê Şelal Abdul li ser şerê rû da agahî da heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û anî ziman ku bûyeran ji nuqteyeke kontrolê ya asayîşê ya li derveyî bajêr destpê kirine, lê belê bi qetilkirina doktorekî Tirkmen ê 30 sal in li navçeyê kar dike re, ji nişka ve li tevahiya navçeyê belav bûne.
Şelal Abdul ji heyetê re ragihand ku di dema bûyeran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kargeh û 30 xaniyên Kurdan, 128 kargeh û 81 xaniyên Tirkmenan hatine şewitandin û got, "Tengezarî kêm jî be, ev demeke hebû. Lê belê kes ne li bendê bû ku bigihêje vê radeyê. Niha di navbera aliyan de peymanek hatiye mokirin. Em hêvîdarin ku bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin. Ji bo vê jî girîng e hemû alî li gorî peymanê tevbigerin."
ÇARESERÎ BI PEYMANA NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ VE GIRÊDAYÎ YE
Piştî hevdîtina bi qeymeqam re heyeta KNK'ê bi nûnerên Kurd, Tirkmen û Ereb ên li encûmena navçeyê cih digirin re rûnişt û dûre nûnertiyên partiyên siyasî yên li navçeyê ziyaret kir. Di van hevdîtinan de aliyan destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek were morkirin.
Heyetê, tevî nûnerên partiyên siyasî her wiha Hêzên Bedîr ên di nava Heşd El Şebî yên bi nêzbûna xwe ya li Îranê tê naskirin, ziyaret kir û ji bo careke din pirsgirêk rû nedin ji Heşd El Şebî xwest li gorî peymanê tevbigere, ji bo aştî û aramiya li navçeyê ji hemû aliyan xwest ku bi berpirsyarî rabin. Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Hêzên Bedî Abdullah Xidir Mahmût jî di hevdîtina xwe ya bi heyetê re xemgîniya xwe ya ji ber rûdana bûyeran anî ziman û anî ziman ku ji bo bûyerên bi heman rengî rû nedin ew bi berpirsyarî tevdigerin û divê hemû alî bi berpirsyariya xwe rabin.
ÇARESERIYA MAYÎNDE ŞERT E
Seroka heyeta KNK'ê Perwîn Ezîz Seîd piştî hevdîtin û lêkolînên li navçeyê agahî da ANF'ê û da zanîn ku hevdîtin erênî derbas bûye. Seîd destnîşan kir ku li navçeyê niha rewşeke aram heye, lê belê eger tedbîrên mayînde neyên girtin, dibe ku pirsgirêk xwe ji nû ve nîşan bidin.
Perwîn Ezîz Seîd li ser lêkolînên xwe û xebatên ji niha û pê ve bikin, ev agahî da: "Me li navçeyê bi hemû aliyan re hevdîtin kirin. Rewşeke beriya şer heye. Niha li navçeyê rewş bi giranî aram e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku ev pirsgirêk ji binî ve hatiye çareserkirin. Em ê xebatên xwe yên di vî warî de bidomînin. Piştî ku me li ser çavdêrî û lêkolînên xwe nirxandineke berfireh kirin, em ê encamên vê xebata xwe bi raporekê pêşkêşî aliyan û tevahiya raya giştî bikin. Lê belê ji bo bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin, girîng e hemû alî bi berpirsyarî tevbigerin."
Rewşa aloz a di 12'ê Mijdarê de li kolana Heyeskerî ya li navçeyê di navbera hêzên pêşmerge milîsên û Heşd El Şebî rû da, veguherî şer û di encamê de 3 endamên Heşd El Şebî hatibûn kuştin. Piştî ku bûyer ha bihîstin li gelemperiya navçeyê veguherî şerekî di navbera Kurdan û Tirkmenan.