Nasnameya gerîlayekî hate aşkerakirin

HPG’ê nasnameya gerîlayekî dema li Cizîrê diçû wezîfeyê di şerê qewimî de jiyana xwe ji dest da aşkera kir. HPG’ê wiha got: “Biryarbûna têkoşînê, meşa bi îdîa ya hevalê Erdal wê di pêvajoya nû de bibe soz û çalakiya meşa me ya bi azîm.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayekî dema 29’ê Mijdarê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçû wezîfeyê di şerê qewimî de jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de wiha ragihand: “ Hevalê me Erdal ji malbateke welatparêz û di berxwedana azadiyê de berdêl dayî ye, di metrepolên herî zêde polîtîkayên asîmîlasyonê li ser dihat meşandin mezin bûye, rastiya hebûna xwe parastiye û lêgerîna rastiya xwe kiriye. Di encama vê lêgerîn û lêpirsînê de hevalê me Erdal hê zêdetir nêzîkatî pêş xistiye, li hember tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember gelê Kurd xwe ranagirtiye û sala 2015’an beşdarî berxwedana me bûye. Ji roja beşdarî berxwedana me bûye di gelek herêman de kar û xebat meşandiye, di her kar û xebatên ketî ser milan de bi ruhê milîtanekî Apoyî pêk aniye. Wî bi vê sekna xwe ya bi bîryar giradana xwe ya Rêbertî, Partî û gelê Kurd nîşan daye.”

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin: “Heval Erdal gerîlayekî dema 29’ê Mijdarê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê diçû wezîfeyê di şerê qewimî de jiyana xwe ji dest da. Hevalê Erdal kurekî vî gelî yê bi nirx û egîd bû, biryarbûna têkoşînê, meşa wî ya bi îdîa, wê di pêvajoya nû de bibe soz û çalakiya meşa me ya bi azîm.” 

Agahiyên nasnameya gerîlayê HPG’ê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav:Erdal Alî Çiya
Nav û Paşnav: Ferhat Dîneklî
Cihê Jidayikbûnê: Manîsa
Navê Dayik - Bav: Seydî - Memdûh
Dîrok û Cihê Şehadetê: 29’ê Mijdarê 2015 / Şirnex

...