KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
'Kobanê cihê şerê gel bû'
Derhênerê fîlmê "NÛJÎN" Veysî Altay diyar kir ku wî fîlmekî Kobanê kişandiye û got, "Li Kobanê ne tenê şervanan şer dikirin. Li Kobanê kevaniyan şer dikirin, nanpêjan şer dikirin, gel hemû şer dikir."
-
-
Ciwanê astengdar kuştî hat dîtin
Li Silopiyayê, ciwanekî astengdar ê bi navê Ferhat Kartal kuştî hat dîtin. Hat ragihandin ku Kartal bi gulereşandinê hatiye qetilkirin.
-
Di doza Medenî Yildirim de bersûcê tekane hînê îfade nedaye
Di doza Medenî Yildirim ê hat qetilkirin de bersûcê tekane yê ku negirtî tê darizandin Adem Çîftçî, hînê îfade nedaye dadgehê. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku doz weke klasîkeke Tirkiyeyê destpê kiriye û got, "Me hînê bersûc nedîtine."
-
-
-
Balûken: Pêngava Tirkiyeyê ya Mûsilê dînîtî ye
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, şandina leşkerên Tirk ji Mûsilê re nirxand û destnîşan kir ku ev pêngava AKP'ê ya hemberî destketiyên hêzên Kurd, dînîtî ye.
-
-
Li Çelê polîsan gule li esnafan reşand
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi sedema lêgerîna kargehan û girtina 2 esnafan, gel bertek nîşan da û meşek pêk anî, li ser vê jî tîmên taybet gule li esnafan reşand.
-
-
Hêzên dewletê bi xerakirina malan hewl didin pêş biçin
Polîsên ketine malên li nêzî Bazara Mast a dîrokî ku duh di pêkanînên rêveberiya awarte yên di roja 6. li navçeya Sûrê ya Amedê pêk tê de hatibû şewitandin, hate diyarkirin ku bi şkandina dîwarên malên li gel hev pêş diçin.
-
Li Nisêbînê polîsan jinek 55 salî qetil kir
Li Nisêbînê di encama gulebarana sekvanan de jina bi navê Fehîme Aktî ya 55 salî jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşên polîsan de zarokek ji milê xwe yê çepê birîndar bû.
-
-
Banga ji bo gel ‘Qedexeyan nas nekin’
Li Nisêbînê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî qedexeyên li navçeyê protesto kirin. Nûnerên saziyan bi gotina "Qedexe aramiyê nahêle" ve bertek dan dewletê û bang li gel kirin ku qedexeyan nas nekin û derkevin kolanan.
-
-
-
-
Berxwedan ber bi serketinê ve dibe - Selahattîn Erdem
Pêşketina berxwedana kurd li ser vê bingehê, hêviyên şikandin û binxistina faşîzma AKPê hê xurttir kiriye. Li Kurdistanê wê carek din were îspatkirin ku teslîmiyet ber bi xiyanetê, pasifîzm ber bi windakirinê, berxwedan jî ber bi serketinê dibe.
-
KCK: Divê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bê mezinkirin
KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kiriye û bang li Kurdistaniyên li her devera cîhanê dijîn, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê kir, ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.
-
-
-
-
-
'PKK'ê hêvî û azadî da mirovahiyê'
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya de hat destnîşankirin, ku PKK'ê hêvî, azadî, aştî û bawerî daye mirovahiyê.
-