2. Konferansa Aştiyê ya Dêrsimê destpê kir

2. Konferansa Aştiyê ya Dêrsimê bi şîara, “Di aştiyê de israr, di jiyanê de israr e” destpê kir.

Konferansa di pêşengiya Hewldana Ciwanan Ji Bo Aştiya Civakî destpê kir, diyarî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat kirin.

Endamên Hewldana Ciwanan Ji Bo Aştiya Civakî bi Pîrên Elewî û hunermendên herêmî re malbatên ku di pêvajoyê pevçûnî de zarokên xwe winda kirine ziyaret kirin. 

‘ EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA TAHÎR ELÇÎ DERKEVIN’

Di ziyareta malbatên gerîla û leşkeran de Berdevkê Hewldanê Ferhat Guven axivî û wiha diyar kir: “ Ev cara duyemîn e ku îsal Konferansa Aştî ya Dêrsimê em pêk tînin. Em carek din nû dikin ku ti car dest ji berxwedana aştiyê bernadin. Em ê ji bo aştiyê bixebitin. Hûn dayikên me yên hêja bi nesîhetên xwe yên aştiyê, Serokê Baro ya Amedê Tahîr Elçî jî wek qasidê aştiyê ji bo me, û paşeroja me xebat dimeşand. Tahîr Elçî ji bo nesîhetên dayikan emanet didît, ji bo wê gavên bi hêz davêt. Îro jî ji bo kesên ku rêya Tahîr Elçî girtine bi israr û biryardarî rêya aştiyê bi gavên bi bawer davêjin. Em soz didin we dayikan; em ji rêya aştiyê ti car venagerin.”

Guven wiha got: “ Em soz didin Tahîr Elçî; em ciwan, yên ku li hember dixwazin mifteya aştiyê bidin windakirin, em ê qet winda nakin. Di rêya aştîyê de pêş de biçin û hêviya xwe mezin bikin.”

PÎRÊN ELEWIYAN: BILA HEYET BIÇIN ÎMRALÎ

Pîrên Elewiyan ên Dêrsimê ku beşdarî bernameyê bûn jî daxwaza ku heyet ji nû ve hevdîtinan bi Îmraliyê re pêk bînin kirin. Di ziyaretên de hunermendan herêmî, bi dapîran re helbesta “ Dayê Dayê” gotin. 

Têkildarî roja duyem a Konferansê jî Endamê Hewldana Ciwanan Ji Bo Aştiya Civakî Ender Şîmşek agahdarî da çapemeniyê, têkîldarî Aştiya Civakî de wiha got: “ Bi dayikên xwe re, pîrên xwe yên Elewî re sibe em ê biçin meqamê Dayika Fatma ya pîroz. Ji bo aştiyê em ê findan pêxin. Em ê duayan bikin, daxwaza atmosfera şer biqede bikin.”

 BEŞDARVAN

Di roja duyemîn de gel nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman, ev nav wê beşdarî konferansê bibin: “ Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Emîne Ayna, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan Alîcan Onlû û Garo Paylan, Serokê Giştî yê Federasyona Bektaşî ya Elewiyan Bakî Duzgun, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Atlûn, Nûnerê Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê Nesîmî Aday, Nivîskarê Rojnameya Dêrsimê Huseyîn Ayrilmaz û Helbestvan Fadil Ozturk.”