Li gelek navçeyên Amedê ji bo Sûrê çalakî hatin lidarxistin
Li gelek navçeyên Amedê qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê didome û êrîşên hêzên dewletê bi meş û çalakiyên dengderxistinê hatin protestokirin.
Li gelek navçeyên Amedê qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê didome û êrîşên hêzên dewletê bi meş û çalakiyên dengderxistinê hatin protestokirin.
Li gelek navçeyên Amedê qedexeya kolanan a li navçeya Sûrê didome û êrîşên hêzên dewletê bi meş û çalakiyên dengderxistinê hatin protestokirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya kolanan di roja 6. de berdewam dike, êrîşên li hember gel her diçe dijwartir dibe, li navçeyên din ên Amedê gel daket kolanan û komkujiyên li Sûrê protesto kir.
BAGLAR
Bi sedan kesên ku li Parka Taxa Şeyh Şamîl a li navçeya Baglar hatin cem hev, bi beroşên di destên xwe de çalakiya dengderxistinê li dar xistin û ketin meşê. Meşa ku di ser rê de welatiyên li pêşiya mala xwe û şaneşînên xwe bi lêdana beroşên piştgirî danê, polîsan hewl dan asteng bikin. Li hember astengiya polîsan kesek ji nav girseyê derket, ev bersiv da êrîşa polîsan: “Ger şev û roj li Sûrê êrîş bidomin, em ê jî şev û roj li kolanan bin.” Girseya barîqata polîsan derbas kir bi dirûşm û tilîliyan heta Parka Zarokan a Taxa 5 Nîsanê meşiya. Welatiyên tevlî meşê bûn, li beroşên destên xwe dan û belav bûn.
ÇINAR
Bi sedan kes li navçeya Çinarê li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Çinarê hatin cem hev, bi çalakiya dengderxistinê ketin meşê. Meşa ber bi Taxa Yenî bi dengê erbane û beroşan berdewam dikir, rastî eleqeyek mezin ên şêniyên ser rê hat. Her wiha ajokaran jî bi qorneyan piştgirî dan meşê. Meşê nêzî saetekê di nav taxan de dom kir. Meş, herî dawî li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê bi dawî bû. Çalakiya dengderxistinê li hember komkujiyên li Sûrê pêk hat.
ERXENÎ
Li navçeya Erxanî girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê kom bûn daxuyanî da çapemeniyê. Bi meşek meşaleyî piştgirî da bexwedana li Sûrê didome. Hevserokê HDP’ê yê Navçeyê Halîl Akçay ji gel re axivî û wiha got: “Li hember qetlîama ku hember dîrok, xweza û mirovan ya li Sûrê pêk tê, bê deng nemînin.”
Piştî axaftinan, girseyê meşale di dest de, piştî demekê bi fitik û tilîliyan xwestin dengê xwe bigihînin Sûrê.
LICÊ
Meşa piştgiriya ji bo berxwedana Sûrê li navendek cuda , Licê jî pêk hat. Bi sedan kes li Taxa Karahasan kom bûn, bi lêxistina teneke û tepsiyan çalakiya dengderxistinê pêk anîn û ber bi navenda sûkê ve dest bi meşê kirin. Meş bi dengên li lêxistina teneke û tepsî û fîtikan bilind bû, dirûşmin “ Bijî Berxwedana Sûrê” hat gotin. Welatiyên ku derketin pêşiya malên xwe beşdarî çalakiya dengderxistinê bûn, meş li navenda sûkê bi dawî bû.