Di doza Medenî Yildirim ê hat qetilkirin de bersûcê tekane yê ku negirtî tê darizandin Adem Çîftçî, hînê îfade nedaye dadgehê. Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku doz weke klasîkeke Tirkiyeyê destpê kiriye û got, "Me hînê bersûc nedîtine."
Medenî Yildirim (19) di 28'ê Hezîranê de li navçeya Amed Liceyê, di dema protestoya çêkirina qereqolê de, ji ber gulereşandina ji kulûbeya leşkerî ya bi çeka bi tîpa Bîksî de, jiyana xwe ji dest dabû. Rûniştina destpêkê a li 7. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê, bi tenê 5 deqeyan dewam kiribû. Di lêkolînên li cihê bûyê de zêdeyî 200 qalikên vala yên fîşekê hatibûn dîtin û 26 çekên ji aliyê leşkeriyê ve hatin bikaranîn, hatibûn tespîtkirin.
Bersûc Adem Çîftçî yê ku ji ber sûcê 'kuştian bi zanebûn a mirovan' tê darizandin, der heqê wî de cezayê 20 sal heta 25 salan ê ragirtinê hat xwestin. Lê belê dadgehê îdîa kir ku ji ber çalakî ji ber tehrîka neheq kiriye, ne 1 ji 4'an, 3 ji 4 parên ceza bên kirimkirin. Çîftçî yê ku bi awayekî negirtî tê darizandin, hînê îfade jî nedaye.
Parêzerên malbata Yildirim dixwazin ne tenê yê ferman bi cih niye, fermandarên ku fermana kuştinê dane jî werin darizandin. Tevî ku di rapora mufetîşên Wezareta Karên Hundir de Fermandarê Jendermeyan ê Qereqola Kayacikê Ustegmen Mûstafa Ozturk ê digot, 'min ferman daye' cih digire jî, Ozturk û rayedarên din ên leşkerî di gilînameyê de weke bersûc cih nagirin.
Ji parêzerên malbata Yildirim Reyhan Yalçindag rewşa dozê ji ANF'ê re nirxand.
Yalçindag da xuyakirin ku wan hînê tekane bersûcê dozê Adem Çîftçî nedîtine û got, "Dadgehê hînê îfadeya Çîftçî jî negirtiye. Me hînê derfet nedîtine ku pirsekê li bersûc bikin. Ji destpêkê ve bi şêweyekî li dijî CMP û qanûnên xwe yên ceza, darizandine didome."
Yalçindag diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a di dosyayên wezîfedarên ewlekariyê yên li ser kuştinê de, pêvajoya berhevkirina delîlan e û got, "Eger kiryar hêzên dewletê be, delîl tên windakirin, tinekirin an jî di dema xwe de nagihêjin ber destê me. Ji ber ku li Tirkiyeyê saziyeke serbixwe ya berhevkirina delîlan nîne. Yên ku tetîkê dikişînin di heman demê de delîlan kom dikin. Tevî vê yekê jî pêvajoyeke lêpirsînê ya dirêj dewam kir heye. Bi kurtasî darizandinek ji klasîka Tirkiyeyê li holê heye."
Yalçindag bal kişand ser kêmasiyên di darizandinê de û got, "Hemû leşkerên din ên gule reşandin, weke şahid di dosyayê de cih digirin. Wekî din, sîstemeke ferman-fermandaran heye di nava hêzên ewlekariyê de. Em fêm nakin bê du fermandarên li wê herêma leşkerî xwedî payeya bilind in, çima weke şahid di dosyayê de cih digirn. Ev yek jî nîşan dide ku doz bi awayekî adîl nameşe."
Yalçindag destnîşan kir ku ji bo doza Medenî Yildirim li gorî vê rêveçûnê bi encam nebe, ew ê ya ji dest tê bikin.