'Divê dewleta Tirk bi lez û bez xaka Kurdistan û Iraqê biterikîne'

Hevserokê Meclîsa Zangonsaz a Kantona Cizîrê Xelo diyar kir ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Mûsilê dagirker e û got, "Divê dewleta Tirk bi lez û bez xka Kurdistanê û xaka Iraqê biterikîne."

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Mûsilê nirxand.

Xelo ev rewş weke 'gefek li hemberî berjewendiyên Kurdan' pênase kir û got, "Artêşa Tirk li wê derê di rewşeke dagirkeriyê de ye." Xelo da xuyakirin ku dewleta Tirk ji destpêka damezrandina xwe û vir ve li ser înkarkirina gelê Kurd siyasetê dimeşîne û da zanîn, ku ji bo li Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweseriya demokratîk bi cih neyê, bi destê çeteyan timî êrîş kiriye û dike.

Xelo diyar kir ku sedema xwe çi dibe bila bibe, şandina leşkerên Tirk ji Başûrê kurdistanê û Mûsilê, ne qanûnî û ne hiqûqî ye. Xelo got, "Girîng e dewleta Tirk bi lez û bez xaka Kurdistanê û xaka Iraqêl biterikîne."

'DIVÊ EM AMADE BIN!'

Xelo diyar kir ku avabûna sîstema Rojava bi xweşiya gelek hêzan ve neçûye û ev nirxandin kir: "Bi taybetî hêzên neteweperest-nîjadperest, ji bo sîstema Rojava hilweşe bi hemû hêza xwe li dijî Rojava dest bi şer kirin. PDK bi xwe jî, ji ber ku bi mejiyê neteweperestiyê difikire, naxwaze ev sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk a xwe dispêre vîna gelan bi pêş bikeve. Dewleta Tirk û rejîma Baas naxwazin sîstemeke bi vî rengî bê rûniştin û bi pêş bikeve. Ji ber vê yekê gelek caran êrîş kirin, gelek planên tesfiyeyê kirin û dikin. Di dema pêş de jî ev plan wê bidomin. Girîng e em li hemberî van hemûyan amade bin.

Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku dewleta Tirk timî dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirk ji dema avabûna xwe û vir ve polîtîkayek li ser dijberiya Kurd meşand. Ji ber vê yekê jî bi destê çete û rêxistinên terorê DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam timî êrîşî Rojava dike."

'NAVÊ XWE ÇI DIBE BILA BIBE EV YEK NE QANÛNÎ YE, EV DAGIRKERÎ YE!'

Xelo da zanîn ku dewleta Tirk gava encam bi dest nexist bi awayekî fiîlî hewl dide leşkerên xwe li Kurdistanê bi cih bike û ev xal destnîşan kir:

'DIVÊ DEWLETA TIRK BI LEZGÎNÎ DERKEVE'

"Navê xwe çi dibe bila bibe leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Mûsilê, hêzeke dagirker e. Xuya ye êrîşên ku bi destê çeteyan dike, têra vê dewletê nake. Êdî bi awayekî fiîlî êrîşên leşkerî pêk tîne. Bi zêdekirin û mezinkirina leşkerên Tirk ên ji sala 97'an û vir ve li başûrê Kurdistanê ye, dixwaze pêşî li destketiyên gelê Kurd bigire.

Dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve li Mûsil û Başûrê Kurdistanê bi temamî hêzeke dagirker e. Gelê Kurd heta roja îro bi îmkan û derfetên xwe re xwe parastiye, wê ji niha û pê ve jî xwebiparêze. Pêwîstî bi alîkariya leşkerî ya dewleta Tirk nîne.

Divê dewleta Tirk tavilê ji xaka Kurdistanê û Iraqê derkeve."