Li dijî êrîşên şerê teybet ên faşîzma AKPê, berxwedana gelê kurd a rêveberiyên xweser yên demokratîk berdewam dike. Piştî Farqîn, li Nisêbînê jî 14 rojan şer, dorpêçî, qedexeya derketina derve û li dijî êrîşên bi tank û topan; gelê Nisêbînê bi qehremanî li ber xwe dan. Encamê wê jî dayikekê ji Nisêbînê wiha rawe dikir; Em kurd in û serbilind in! Rêveberiya faşîst a AKP'ê ji vî gelî re ji ber ku kurd in êrîşê dikin û dixwazin serî bi kurdan bidin tewandin.
Ji xwe rewşa şer li Nisêbînê bi dawî nebûye û di heman demê de li Dêrikê û Sûrê şer destpê kir û her çendî li Dêrikê şer hatibe bidawî kirin jî, qetilkirina serokê baroya Amedê Tahir Elçi jî di nav de, heya niha jî li Sûrê şer berdewam dikin. Tevî ku di nava rojê û li ber çavê herkesî Tahir Elçî ji aliyê polisan ve hate kuştin jî, rêveberiya AKP'ê hewl dide vê qetlîamê jî veşêre û bike kiryarek nediyar e. Eger firsedekê bibîne, wê bêje PKK'ê ev kiriye. Ji xwe daxuyaniyên Serokwezîr Davûtoglû jî vê rastiyê bi aşkera nîşan dide.
Wisa tê famkirin ku di vê zivistanê de wê rewşa şer berdewam bike û wê ev rewşe belavê demeke dirêj bibe. Ji xwe rêveberiya AKP'ê di civîna MGK'ê ya di 30'ê Cotmeha 2014'an de biryar da û xwe li gorî şerekî wiha bi dijwar amade kirîbûn. Kurdan jî vê carê berevajî şerê 2010-2012'an, hem bi destxistina xeteke nû ya têkoşînê de serketin û bi ragihandina rêveberiyên xwe yên xweser armanca siyasî ya berxwedanê bi vî rengî zelal û aşkera kirin, hem jî belavkirina şer li deşt û bajaran ku şev roj dikare were domandin; xwe gihandina rastiya Gelekî Şervan nîşan dide.
Tevî hemû kêmayî û xeteyan jî, ji bo rewşa niha mirov dikare bêje; ji xeta şerê gel ê şoreşger re hê bêtir nêzîktir e. Lê mirov dikare di rêbaz û taktîkan de hê zêdetir dewlemend û afirîner be. Divê hê zêdetir gel tevlî berxwedanê bikin, xebatên rêxistin û perwerdekirina gel di her alî de rêve bibin, di rêbaz û taktîkên berxwedena gel de hê bêtir nerm, afirîner û piralîbûnê bikaribin bi cih bînin. Pêwiste her asta tevlîbûna gel a li vê berxwedanê girîng were dîtin, heya dikare mîna tevgerbûna gerîla, gel jî di nava çeperên tekoşînê de bi rengekî çalak û di nava tevgerê de xwe bi rêxistin bikin.
Armanca Şerê ku piştî Newrozê ji aliyê Erdogan ve hatiye destpêkirin û ji aliyê rêveberiya AKPê ve jî ji 24'ê Tîrmehê ve bi dijwarî tê birêvebirin, pir zelale ku têkbirin û tasfiyekirin, bi darê zorê çewisandin, bêdengkirin û daxwaza serî tewandina gelê kurd e. Ji xwe nivîsên li ser dîwarên Farqînê yên wekî "eger tu Tirkî pesnê xwe bide, eger tu ne Tirk be serî bitewîne" her tiştî zelal dike. Di êrîşan de hedef girtina gel û herî dawî jî kuştina Tahir Elçî vê rastiyê bi aşkera nîşanê me dike. Dixwazin berxwedana Kurd, ji Suriye, Iraq û Tirkiyeyê tecrîd bikin, li Bakurê Kurdistanê tenê were hiştin û bi dorpêçkirinê re bi êrîşeke giştî re dixwazin ku biperçiqînin. Yanî plana "Modela Srî Lanka" tê bikaranîn.
Rewşa şer ji ber ku danûstandin veneguherî muzakereyan kete rojevê û heya îro jî didome. Mînak ê ku dan û standin birêve dibir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hevdîtina herî dawî di 5'ê Nîsanê de pêk hat û heta niha nêzî 8 meh in li Îmraliyê tecrîd û zextek psîkolojîk a giran tê meşandin. Her mîna rêveberên HDP'ê jî anîn ziman; di bin tevahiya şer û pevçûnan de sedema sereke ev tecrîd û zext e.Tevî vê yekê jî, hinek kurdên hevkar û xayîn bi gotina; "Ocalan bi dewletê re di nava hevdîtinê de ye" li gorî planê şerê giştî têne bilêvkirin. Li ser vê bingehê tê xwestin ku civaka Kurd û hêzên demokrasiyê werin xapandin û berxwedana li dijî faşîzmê were lawazkirin.
Berpirsên şerê teybet her çendî rewşê cûda nîşan bidin jî, rastî ev e. Dewleta TC û hikûmeta AKP'ê bi zane û bi plan tevdigerin û bi zanyariya tevahiya kiryaran hereket dikin. Di bihara 2015'an de, 2 rê danîne li pêşiya dewlet û AKP'ê de; yan wê pirsgirêka kurd bi siyasetek demokratîk çareser bike û demokratikbûnê pêş bixînin, yan jî bi rêya zor û şîddetê bipelçiqînin û vê pirsgirîkê ji holê rabikin! Dewlet-Neteweya TC ji ber ku nîjadperestiyeke şoven û kurdan qebûl nake, rêya duyemîn bijart. Ji ber zîhniyeta AKP'ê ku nêzê vê ye û rêya ku li desthilatdariyê de mayîn jî di vir de derbas dibe heman xet pejirand.
Bi vî rengî yekîtiyeke nû ya dewlet û AKP'ê derket holê. Encamên ku HDPê di 7'ê Hezîranê de bi destxist û ihtîmalê ku li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bi tesîr bibe dema diyar bûn, dewlet û AKP'ê ev yekîtî hê berfirehtir û zûtir kirin. Li dijî Tirkiyeyek Demokratîk tevahiya hêzên faşîst ên hundir û derve, di deshilatdariya AKP'ê de bûne yek û ji bo têkbirina berxwedanê Kurd şensek din dane AKP. Bi piştevaniya NATO, CHP û MHP'ê re di 1'ê mijdarê de AKP'ê, derbeyeke sivîl a faşîst pêk anî û desthilat, bi serketî bi destxistin. Yanî li diji demokrasiyê, faşîzma spî, reş û kesk bûne yek û encama îro derxistin holê.
Lewra AKPê hilbijartin qezenç nekiriye, ji bo têkbirina berxwedanê kurd, hêza ku hatiye berpirsyarkirin e. Li desthilatdariyê mayîn, bi serketina vê berpirsyariyê ve girêdayî ye û demeke kin jê re hatiye danîn. Ji ber vê sedemê bi hemû hêza xwe seferber bûye û hewl dide berxwedana kurd têk bibe. Lazim e her kes vê rastiyê baş bibîne û êrîşên AKP'ê rast binirxînin. Qiyaskirina êrîşên niha bi yên berê re, an jî weke helwesta Davûtoglû ku, bi xendek û çeperan ve girêdan xwe xapandineke mezin e. Ev rewşe encex li dijî faşîzmê, bi berxwedaneke serfîraz re dikare ji holê were rakirin.
Gelê kurd, bi pêşxistina berxwedana rêveberiyên xweser yên demokratîk re xetek wiha pejirandiye. Ev rewşeke gelek girîng û çeper girtin e. Dema bi baldarî lê were temaşekirin, berxwedana gelê kurd ya li çend tax û bajarokan de pêşxistî, ligel bikaranîna tevahiya hêza dewletê, Hikumeta AKPê biserneket û bê çaremayîn, ew dîn û har kiriye. Li ser vî esasê, her suçên mirovahiyê yên Erdogan û rêveberiya AKP'ê heya niha kirin e, Saddam Huseyîn û Beşar Esad derbas kiriye. Bêguman wê rojekê hesabê wan kiryarên xwe jî bide.
Dema ku mirov di vê hêlê de dinêre, mirov dikare bêje berxwedana gelê kurd ji niha de serketiye.Tevî ku hinek kes bi teslîmiyet û pasîfîzmê dixwazin çalakiyan vala derxînin jî rastî ev e. Bi aşkera tê dîtin ku berxwedanê li Cizirê, Geverê, Farqînê, Gimgimê, Sûrê, Nisêbînê, Silopiya û Dêrikê ber bi serketinê biriye. Gelê kurd û hêzên azadiyê, rastî jî tiştên hêja diafirînin û bi her awayî xwe adepteyê rêbaza nû yê berxwedanê kirine. Lewma wê ji niha şûnde hê kêmtir xetayan bikin û hê xurttir şerekê bimeşînin.
Bêguman, ji bo serketina berxwedanê kurd, tevî xurtkirina berxwedanê û bi afirînerî tevgerîn, ji bo vala derxistina siyaseta AKP'ê ya Iraq û Suriyeyê, bi taybet divê berxwedan belavî Tirkiyeyê bibe û tevahiya hêzên demokratik li diji faşîzma AKPê di eniya berxwedanê de bêne seferber kirin. Ev jî bi siyasetek hevgirtinê dikare pêk were. Di vir de hem rewşa siyasî û leşkerî,hem jî xeta ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de weke siyasetek hê berfirehtir pênase kirî, divê were şopandin. Di vê mijarê de divê xeta nîjad û dewletperestiyê; 'kêm be, lê bila ya min be' were derbas kirin, bi helwesta xeta modernîteya demokratik; 'bila pirr be û ya me hemûyan be' esas were girtin û di jiyanê de were bi cîh kirin.
Pêşketina berxwedana kurd li ser vê bingehê, hêviyên şikandin û binxistina faşîzma AKPê hê xurttir kiriye. Li Kurdistanê wê carek din were îspatkirin ku teslîmiyet ber bi xiyanetê, pasifîzm ber bi windakirinê, berxwedan jî ber bi zafer û serketinê dibe.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA