'Kobanê cihê şerê gel bû'

Derhênerê fîlmê "NÛJÎN" Veysî Altay diyar kir ku wî fîlmekî Kobanê kişandiye û got, "Li Kobanê ne tenê şervanan şer dikirin. Li Kobanê kevaniyan şer dikirin, nanpêjan şer dikirin, gel hemû şer dikir."

Derhênerê fîlmê "NÛJÎN" Veysî Altay diyar kir ku wî fîlmekî Kobanê kişandiye û got, "Li Kobanê ne tenê şervanan şer dikirin. Li Kobanê kevaniyan şer dikirin, nanpêjan şer dikirin, gel hemû şer dikir."

Altay kişandina fîlm, çavdêrî û berxwedana Kobanê ji ANF'ê re vegot.

Der barê sedema kişandina fîlmê "NÛJÎN" de Altay got, "NÛJÎN, bi rêya şehîd Peyman, Elîf û Arjîn beşa destpêkê ya Berxwedana Kobanê vedibêje. Bi qasî ku ji destê me hat, e di nava çar mehan de hewl dan ji rewşa Kobanê, ji bûyer û qewimînên li Kobanê re şahidiyê bikin. Me hewl dan wê nîşan bidin."

Altay da xuyakirin ku ew ji bo tevlî berxwedanê bibe çûbû Kobanê û got, "Çi wezîfe li wir ji me re bihata dayîn, me yê ew bikira. Lê bi giranî weke rojnamevanekî min nûçe, dosya amade nekir. Ez çêkerê dokûmanterê me. Ji bilî NÛJÎN, sê dokûmanterên min hene. Lê belê di vir de, niyeteke min a taybet ji bo kişandin, dokûmanterkirina Kobanê tinebû. Me xwet bi giranî rewşa li Kobanê ji cîhana derve re ragihînin. Me dîmen û nûçeyên xwe yên rojane amade dikirin, ji çapemeniya Kurd re dişandin. Me bi qas qasî çil bername çêkir. Piştre me biryar dan ku dîmen, hevpeyvîn û bûyerên me jê re şahidî kirin, li hev kom bikin û weke dokûmanterekê Berxwedana Kobanê bigihînin mirovan. Mîna deynekî li ser milê xwe, min ev kir. Ji ber ku piraniya mirovên me pê re hevpeyvîn kirin, bi hev re xwarin xwarin, henek bi hev kirin li Kobanê şehîd ketin. Ev dokûmaneter ji bo bîranîna wan e. Li ser vê yekê ev xebat hat meşandin. Viyan Peyman yek ji van karakteran e. Di şexê Viyan Peyman, Arîn Mîrxan de min xwest vî fîlmî ji bo bîranîna hemû hevalên li Kobanê şehîd ketin, çêbikim."

Altay diyar kir ku Kobanê ne tenê cihekî şervanan lê şer dikirin bû û bi vî rengî Berxwedana Kobanê pênase kir:

"Li Kobanê kevaniyan şer dikirin, nanpêjan şer dikirin, li Kobanê apên heftê salî şer dikirin. Kobanê cihekî welê bû, ku Kurdan ji heft heta heftê salî, bi hunermend, leşker, siyasetmedar, esnafên xwe re her kesî lê şer dikirin.

Hunermend, dibe ku hunera xwe bi rêbazên cuda, bi berhem, deng û kamerayên xwe nîşan didin, lê belê Kobanê xwedî rewşeke taybet û cuda ye. Li wê derê her kesî şer dikir. Her kes neçar bûn şer bikin. Zexteke giran, êrîşeke gelekî mezin hebû. Şerekî man û nemanê bû. Ev yek ne şerekî man û nemana bajarekî bû, man û nemana Kurdistanê, man û nemana Kurdan bû. Man û nemana sîstema ku Kurd hewl didin nîşan bidin, bû. Lewma her kes neçar bûn şer bikin. 

Viyan Peyman li Kobanê şehîd neket. Piştî ku Kobanê azad bû, li Serêkaniyê şehîd ket. Beriya pêvajoya Kobanê min Viyan Peyman nas nedikir. Berî ku çeteyên DAIŞ'ê bikevin navenda Kobanê, dema hînê li gundan bûn, em çûbûn dîmenê tîmeke YPG/YPJ'ê ya operasyonê bikişînin. Di nava wê koma amadekariya operasyonê dikir de Viyan Peyman jî hebû. Piştre dema DAIŞ ket nava Kobanê, min pê re hevpeyvînek kir û hingî me hev nas kir, sohbet kir. Dûre dema min li dîmenên berê temaşe kir, min dît ku min berê Viyan Peyman dîtiye û dîmenê wê kişandiye. Bi wê re Elîf, Arjîn, dayikeke sivîl û Sedat Topçû hebûn. Sedat Topçû yê ji Pasûrê, ji du, sê saet piştî hevpeyvînê jiyana xwe ji dest da, şehîd ket. Li ser bingeha van karakteran, bi vê dokûmanterê re me hewl da ruhê Kobanê vebêjin."

Ji bo pirsa, "Çima navê NÛJÎN li dokûnanterê hat kirin?" Altay ev bersiv da:

"Me navê "NÛJÎN" li fîlm kir. Şervanan bi xwe ev nav lê kirin. Gotina 'Jin jiyan e, jiyan berxwedan e, berxwedan jî Kobanê ye' ya Elîf Kobanê me di destpêka fîlm de bi cih kir. Mijara bingehîn a dokûmanterê jî ev e. Her wiha Viyan Peyman digot, 'Li Kobanê berxwedan li ber xwe dide'. Ev hemû, ya rast têkoşîna ji bo avakirina felsefeya jiyaneek nû, berxwedaneke nû bû. Şervanên li wê derê; Arîn Mîrxan, Viyan Peyman, Elîf û gelek şervanên din, ev nav li vî fîlmî kirin."

Derhêner Altay ragihand ku fîlmê dokûmanter bi jêrnivîsa ji 5 zimanan Îngilîzî, Elmanî, Fransî, Spanî û Tirkî hatiye amadekirin û ew hewl didin li her derê nîşan bidin.