Ji Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina berxwedana Sûrê

Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina berxwedana Sûrê kir, wiha got: “Ji îro û şûn ve divê her êvar li tevahî taxan, li tevahî kolanan agir bên pêxistin. Divê her êvar bi beroşan deng bên derxistin.”

Însiyatîfa Gel a Amedê banga xwedîderketina berxwedana Sûrê kir, wiha got: “Ji îro û şûn ve divê her êvar li tevahî taxan, li tevahî kolanan agir bên pêxistin. Divê her êvar bi beroşan deng bên derxistin. Di meşên di pêşengiya ciwan û jinan de pêk werin de divê bi awayekî girseyî tevlîbûn çêbibe û her qadê bajar li faşîstan bê tengkirin.”

Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku têkoşîna azadiyê, berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd dimeşîne derbasî merheleyek nû bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wek gel pir nêzî serketinên dîrokî bûne û wiha hat gotin: “Ji bo em karibin bi ser kevin divê em berxwedana mezin bikin û li tevahî Kurdistanê belav bikin. Bi awayekî din ne mimkûn e ku em encamekê bi dest bixin. 

Hikûmeta AKP’ê ya faşîst hewl dide bi konsepta şerê qirêj gelê me û tevgera me tune bike. Herî dawî qedexeya kolanan a li navçeya me Sûrê hatiye îlankirin ketiye roja xwe ya şeşemîn. Gelê Sûrê li hember çeteyên faşîst ev 6 roj in berxwedanek destanî raber dikin. Tevî ku çete her cure çek, bombeyan bikar tînin, dîsa jî li hember berxwedana gel neçar dimînin. 

Gelê Surê li ber xwe dide. Divê ev berxwedan bi tenê neyê hiştin. Divê gelê Êlih, Bedlîs, Mûş, Amed û Surê bi tenê neyê hiştin. Hem li bajarê xwe çalakiyan pêk bînin û hem jî bi awayek girseyî werin Amedê xwedî li berxwedana Sûr ê derkevin.”
Însiyatîfa Gel a Amedê diyar kir ku bi awayekî layiqî dîroka Amedê berxwedanê mezin bikin û bi serhildanan xwedî li berxwedana Sûrê derkevin. Însiyatîfa Gel a Amedê bal kişand ser van xusûsan: “Ji îro û şûn ve divê her êvar li tevahî taxan, li tevahî kolanan agir bên pêxistin. Divê her êvar bi beroşan deng bên derxistin. Di meşên di pêşengiya ciwan û jinan de pêk werin de divê bi awayekî girseyî tevlîbûn çêbibe û her qadê bajar li faşîstan bê tengkirin. Di pêşengiya ciwan û jinan de divê em li hemû kolanan bendan deynîn û serhildanan bê navber bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin bi ser vin.”