Ciwanê astengdar kuştî hat dîtin

Li Silopiyayê, ciwanekî astengdar ê bi navê Ferhat Kartal kuştî hat dîtin. Hat ragihandin ku Kartal bi gulereşandinê hatiye qetilkirin.

Li taxa Yenîşehîr a navçeya Şirnex Silopiyayê,, ciwanê astengdar ê bi navê Ferhat Kartal ku ji duh êvarê ve agahî jî nedihat girtin, kuştî hate dîtin. 

Kartal, duh saet 20.00'an de ji mal derket û malbatê piştre jê ti agahî negirt. Malbat vê sibehêp ê hesiya ku zarokê wan hatiye kuştin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê ye. Malbatê li nexweşxaneyê cenaze teşhîs kir. Hate zanîn ku Kartal hatiye gulebaran kirin.

Hate îdiakirin ku polîs cenazeyê Kartal aniye nexweşxaneyê.