Kantona Cizîrê: Yên êrîşî Efrînê dikin wê têk biçin!
Desteya Karên Hundir a Cizîrê: Em bi hemû derfetên xwe li pişt berxwedana Efrînê ne.
Desteya Karên Hundir a Cizîrê: Em bi hemû derfetên xwe li pişt berxwedana Efrînê ne.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Kantona Efrînê, li bajarê Amûdê hat protestokirin.
Serokê Desteya Karên Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Bereket, li pêşiya avahiya Wezareta Karên Hundir a Amûdê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrîşên li ser Efrînê protesto kir.
Bereket got: "Em amade ne bi hemû derfetên xwe alîkariyê bidin Kantona Efrînê." Bereket diyar kir ku êrîşên çeteyan ên li hember Kantona Efrînê pêk tînin hemû jî bi plan in û bibîr xist ku van çeteyan beriya niha êrîşî Kantonên Cizîr û Kobanê jî kiribûn.
'TIRKIYEYÊ SÎNORÊN XWE VEKIR, ALÎKARÎ DA ÇETEYAN'
Bereket ragihand ku Tirkiye sînorên xwe li çeteyan vekirî dihêle û bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku destê xwe ji nava Sûriye û Rojava vekişîne û ji bo avakirina Suriyeke demokratîk bibe alîkar.
Bereket got, "Êrîşên li hember Efrînê pêk tên, bi konsepta înkar û tinekirinê ya li dijî Rojava ve girêdayî ye" û êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nusra û Ehrar Şam ên li hember Kantona Efrînê jî şermezar kir.
'HÊZÊN BERXWEDÊR WÊ BI SER BIKEVIN'
Bereket wiha axivî: "Êrîşên li hember Efrînê berdewamiya êrîşên li hember Kantona Cizîr û Kantona Kobanê ne. Ez bawer dikim wek êrîşên beriya niha jî ev çete wê têk biçin û hêzên berxwedêr wê bi ser kevin."