Berxwedana Geverê qedexe rakir

Di encama berxwedana gel de "qedexeya derketina derve" ya li Geverê hat rakirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, duh bi şev saet di 23:00 de derketina derve hat qedexekirin. Saet di 01:00 ê nîvê şevê de, bi rêya anonsan "qedexe hat ragihandin. Di heman demê de bi dehan wesayîtên zirxî li ser rêya Şemzînanê hatin bicihkirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin nava Taxa Kişla ya berê, gule li nava taxê û bendan reşandin. Her wiha ketin û derketina navçeyê jî bi wesayîtên zirxî hatin girtin. Danê sibehê jî helîkopterên hêzên çekdar ên Tirk li ser navçeyê geriyan.

Tîmên taybet ên ji kolana qelebalix a ber bi Dibistana Seretayî ya Gazî ve bi wesayîtên zirxî hetin nava taxê, gule li malan reşandin. Li vê derê gule li Mala Gel hat reşandin û piştre hewl hat dayîn bi kepçeya zirxî bê xerakirin. Ji berv ê êrîşê dîwarê Mala Gel û beşek ji banê wê xera bû. Kurdistaniyan jî nerazîbûna xwe bi çalakiyên protestoyî nîşan dan. 

Wesayîtên zirxî dûre berê xwe dan konê mertalên zindî yê bi navê "Li dijî komkujiyên AKP'ê, weke gelê Geverê em bûne mertalên zindî û li ber xwe didin" di 2'ê Kanûnê de hat vedan û gule li kon reşandin. Tîmên taybet ên dor li kon girtin, bi molotofan kon û eşyayên tê de şewitandin. Mertalên Zindî bi zorê xwe ji vê êrîşê rizgar kirin.

Tîmên taybet ji wesayîta zirxî ya bi tîpa kobra gule berda xwediyê kafeyeke li taxê Ersîn Aydin. Aydin ê ku ji mil û zikê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, lê belê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Gelê Geverê li dijî êrîşên dewleta Tirk, berxwedana xwe bênavber dewam kir. Di vê navberê de, di dema derbasbûna wesayîtên zirxî de teqînekê rû da û kepçeyeke zirxî îmha bû. Hat ragihandin ku ji ber teqînê mirî û birîndar hene. Piştî teqînê wesayîtên zirxî vekişiyan.

Ji danê sibehê û pê ve Kurdistaniyan berê xwe dan taxa operasyon lê tê meşandin. Dûre hat ragihandin ku "qedexeya derketina derve" hatiye rakirin.