Polîsên ketine malên li nêzî Bazara Mast a dîrokî ku duh di pêkanînên rêveberiya awarte yên di roja 6. de li navçeya Sûrê ya Amedê pêk tê de hatibû şewitandin, hate diyarkirin ku bi şkandina dîwarên malên li gel hev pêş diçin.
Di roja 6. a “dorpêça mirinê” ya li navçeya Sûrê ya Amedê hatiye îlankirin de êrîşên polîsan didome. Tîmên taybet ên duh Bazara Mast a dîrokî ya li navçeyê şewitandin, hate diyarkirin ku ji saetên êvarî ve malên li vê derdorê vala dikin û xwe li malan bi cih dikin. Hate ragihandin ku tîmên taybet li navçeya ku mal bi hev ve ne, dîwarên girêdanê yên malan xera dikin, bi vî şiklî ji malekê derbasî ya din dibin û hewl didin ber bi qadên berxwedanê ve biçin.