Li Çelê polîsan gule li esnafan reşand
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi sedema lêgerîna kargehan û girtina 2 esnafan, gel bertek nîşan da û meşek pêk anî, li ser vê jî tîmên taybet gule li esnafan reşand.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi sedema lêgerîna kargehan û girtina 2 esnafan, gel bertek nîşan da û meşek pêk anî, li ser vê jî tîmên taybet gule li esnafan reşand. Di saetên şevê de li navenda sûkê, polîsan avêt ser hinek kargehan, dest danî ser çayê û cixareyên.
Piştî hat diyarkirin ku 2 esnaf hatine girtin, li hember vê rewşê jî esnafan bertek nîşan dan û kepenkên dikanên xwe girtin. Esnafên ku li navenda navçeyê kom bûn bi piştgiriya gel jî heta pêşiya avahiya Qonaxa Hikûmetê meşiyan. Girseyê li pêşiya avahiya Qonaxa Hikûmetê demekê diruşm qîr kir, piştre ber bi taxa Cûmhûryetê ve meşa xwe domand. Dema meşê de, tîmên taybet ên hatîn taxê, bi çekên lûle dirêj êrîşî gel kirin. Di êrîşê de mirî û birîndar çênebûn, girse piştî êrîşan li nav kolanan belav bû.
Li navçeyê nearamîbûn hê jî didome, hat dîtin ku tîmên taybet li gelek cihên navçeyê hatine bicihkirin.