Hevalên Çekwar li ser maseya wî qerenfîl danîn

Di 6'emîn roja qetilkirina Çekwar Çubuk de malbat û hevalên wî qerenfîl danîn ser maseya wî ya dibistanê.

Di 6'emîn roja qetilkirina Çekwar Çubuk de malbat û hevalên wî qerenfîl danîn ser maseya wî ya dibistanê.Hevalên wî wêneyê Çekwar bi polê vekirin û li ser texteyê polê "Şehîd namirin, Çekwar Çubuk nemir e" nivîsîn. 

Ev 6 roj in ku li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan û li gel vê jî êrîşên polîsan bê navber berdewam dikin. Di encama êrîşên polîsan de, heta niha 3 ciwanan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûn. Yek ji van ciwanên ku jiyana xwe ji dest dayî jî Çekwar Çubuk ê 15 salî ye. Çekwar di 2'ê Kanunê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.

Malbat û hevalên Çekwar ên dibistanê, ji bo şermezarkirina qetilkirina Çekwar li dibistana Lîseya Meslekî û Teknîkî ya Turktelekomê ku Çekwar lê dixwend, daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

BI SIRÛDA "ÇERXA ŞOREŞÊ" HAT BÎRANÎN

Hevalên Çekwar di hewşa dibistanê de kom bûn, wêneyê Çekwar bi deriyê dibistanê ve daleqandin û bi sirûda "Çerxa Şoreşê" Çekwar bibîr anîn. Xwendekaran dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Rêheval Çekwar nemir e", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bilind kirin. 

'TÎMÊN DI ŞIKLÊ DAIŞ'Ê DE ÇEKWAR QETIL KIRIN' 

Li ser navê hevalên Çekwar hevala wî K.D axivî û diyar kir ku di demên dawî de hêzên dewletê êrîşî îradeya gelê Kurd dike û wiha got: "Di encama van êrîşan de gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van kesên di encama êrîşên 'Tîma Esedullah' a di şeklê DAİŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî jî Çekwar e." K.D da zanîn ku bi qetilkirina Çekwar re sedan Çekwar ji dayîk bûn. 

'ÇEKWAR JI BER SEKNA XWE YA WELATPARÊZ DI HEDEFA POLÎSAN DE BÛ'

Bavê Çekwar Huseyîn Çubuk jî da zanîn ku Çekwar ji ber sekna xwe ya welatparêz hertim di hedefa hinek mamosta û polîsan de bû. Çubuk destnîşan kir ku beriya Çekwar bê înfazkirin bi îftirayekî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wiha got: "Hinek xebatkarên dibistanê ew şikayet kirin. Lê derket holê Çekwar bê sûc e." Çubuk da zanîn ku wî her tim çûyina kurê xwe dişopand û wiha pê de çû: "Rojên ku Çekwar hatî dibistanê jî, nehatî hatibû nivîsîn." 

Piştî axaftinan, bavê Çekwar û hevalên wî qernefîl, çente û pirtûkên dersê yên Çekwar danîn ser maseya Çekwar a di pola 9H de. Hevalên wî wêneyê Çekwar bi polê vekirin û li ser texteyê polê "Şehîd namirin, Çekwar Çubuk nemir e" nivîsîn.

...