Polîsan li Geverê kesek qetil kirin

Li Geverê, piştî "qedexeya derketina derve" ya duh bi şev hat îlankirin, polîsên Tirk kesekî bi navê Ersîn Aydin qetil kirin.

Li Colemêrg Geverê, piştî "qedexeya derketina derve" ya duh bi şev hat îlankirin, polîsên Tirk kesekî bi navê Ersîn Aydin qetil kirin. Saet di 01:00 ê nîvê şevê de, bi rêya anonsan derketina derve hat qedexekirin û di heman demê de bi dehan wesayîtên zirxî li ser rêya Şemzînanê hatin bicihkirin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin nava Taxa Kişlayê, Konê Mertalên Zindî dan ber agir û bi kepçeya zirxî re Mala Gel xera kirin.

Polîsên Tirk ên ku gule li taxê reşandin, ji şêniyên taxê Ersîn Aydin ji mil û zikê wî birîndar kirin. Aydin ê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da.

Di vê navberê de li Taxa Mezarlikê, di dema derbasbûna kepçeya zirxî de teqînekê rû da û di encamê te kepçe îmha bû, 2 polîsên tê de birîndar bûn.

Kurdistaniyan bi berbanga sibehê re, tevî "qedexeyê" jî herikîn kolanan û hem berê xwe dan Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ku cenaze lê ye, hem jî herikî taxên êrîş lê tên kirin.