Banga ji bo gel ‘Qedexeyan nas nekin’

Li Nisêbînê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî qedexeyên li navçeyê protesto kirin. Nûnerên saziyan bi gotina "Qedexe aramiyê nahêle" ve bertek dan dewletê û bang li gel kirin ku qedexeyan nas nekin û derkevin kolanan.

Li Nisêbînê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî qedexeyên li navçeyê protesto kirin. Nûnerên saziyan bi gotina "Qedexe aramiyê nahêle" ve bertek dan dewletê û bang li gel kirin ku qedexeyan nas nekin û derkevin kolanan.

Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Nisêbînê, qedexeya derketina kolanan û êrîşên polîsan protesto kir. Li navçeyê di nav du rojan de 4 sivîl hatin qetilkirin û 2 ji wan giran, 10 kes jî birîndar bûn. Aktîvîstên KJA'yê, rêxistinên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, KESK, TTB, Genel-Îş, SEYÎT-DER, XELEK-DER jî di nav de nûnerên bi dehan saziyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî kom bûn û li vir daxuyaniya çapemeniyê dan. 

'QEDEXE ARAMIYA GEL XERAB DIKE'

Li ser navê saziyan, Endamê Komîsyona Rêxistinkirinê ya Şaxa Nisêbîn a Egîtîm-Sen Kadrî Baysal, diyar kir ku bi qedexeyan, şêniyên navçeyê hatine hepskirin. Baysal got ku qedexe û êrîş aramiya gel xerab dike û wiha got: "Em wekî saziyên civaka sivîl ên navçeyê, bang dikin ku konsepta êrîşê ku valakirina bajêr armanc dike yekser were bidawîkirin û hevdîtinên muzakereyê car din destpê bike. 

'BILA GEL GUH NEDE QEDEXEYAN'

Pişt re li ser navê aktîvîstên KJA'yê Hevseroka Bajêr a DBP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglu axivî û bang li gel kir ku guh nedin qedexeyan û li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî kom bibin.
Di dema daxuyaniyê de, li derdorê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatin bicihkirin û girseyê gelek caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Nisêbînê" berz kir.

Piştî daxuyaniyê, endamên KJA'yê heya ber avahiya navçeyê ya DBP'ê meşiyan.

AMED

Li navçeya Hênê ya Amedê qetlîamên li Kurdistanê û “ Qedexeya kolanan” hat protestokirin.
Çalakiya ji aliyê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Hênê ku li Cadeya Çarşi ya navenda Parqê pêk hat. Rêveberên HDP’ê yên navçeyê û Hevşaredarên Hênê jî beşdar bûn.

Di çalakiyê de Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê Cemal Akdemîr axivî, di encama polîtikayên şer ên AKP’ê de sivîl tên qetilkirin, bal kişand ku avahiyên dîrokî jî tên texrîbkirin.