Ji bo çêlekên xwe sax bike derket hewşê, lê bi guleya polîsan birîndar bû

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hêzên çekdar ên dewletê gule berdan jineke ku ji bo heywanên xwe sax bike daket hewşê û ew birîndar kirin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên li hemberî gel dewam dikin. Emîne Kayran a ku ji bo saxkirina çêlekên xwe daket hewşê, bi guleya polîsên Tirk birîndar bû.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya derketina derve" ya cara pêncemîn hat îlankirin, di roja duyemîn de didome. Ji ber êrîşên giran ên hêzên dewletê, jineke din birîndar bû.

Li kolana Yavûz Selîm a Taxa Yenîşehîrê, jina bi navê Emîne Kayran, ji bo çêlekên xwe sax bike derket hewşê. Lê belê di vê kêliyê de polîsên Tirk ji wesayîta zirxî ya li serê kolanê gule berdan û yek ji guleyan li qorika Kayran ket. Xizmên Kayran ew xistin hundir3e malê û bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Li navçeyê, hêzên dewletê beriya niha jina bi navê Selamet Yeşîlmen (44) a ducanî qetil kiribûn û jina bi navê Rebîa Bagtûr (35) bi giranî birîndar kiribûn.