'PKK'ê hêvî û azadî da mirovahiyê'
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya de hat destnîşankirin, ku PKK'ê hêvî, azadî, aştî û bawerî daye mirovahiyê.
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya de hat destnîşankirin, ku PKK'ê hêvî, azadî, aştî û bawerî daye mirovahiyê.
Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di pîrozbahiyên li Elmanya de hat destnîşankirin, ku PKK'ê hêvî, azadî, aştî û bawerî daye mirovahiyê. Di pîrozbahiyan de her wiha banga tevlîbûna li çalakiyên ji bo Ocalan û xwedîderketina li xwerêveberiyan hat kirin.
HANNOVER
Li bajarê Elmanya Hannoverê, di salvegera 37. de PKK hat silavkirin. Şeva li salona dawetê ya Ersû, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê jî ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê Abdullah Efe ve hat kirin.
Efe ragihand ku PKK li Rojhilata Navîn, ji partiyeke mezin jî wêdetir êdî bûye tevgerke ku hêvî, azadî, aştî û baweriyê dide mirovahiyê. Efe bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava vê tevgerê de û cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Di pîrozbahiyê de siyasetmedar-nivîskar Ahmet Aktaş jî axivî û destnîşan kir ku PKK di roja îro de ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re bûye perspektîfa aştî, azadî û demokrasiyê.
Di şevê de peyama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî hat xwendin û sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê hat nîşandan. Her wiha Hozan Comerd, Ciwan Çewlig, Şaban Kazan, Rêwî Rêdûr, Marge Rêzan Zozan û Emîn Sîdo derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
DUSSELDORF
Bi heman armancê li bajarê Dusseldorfê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd şevek hat lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zeynep Kİnaci û Şervan Varto hatin daliqandin. Li salonê ala PKK'ê hat hejandin.
BANGA XWEDÎDERKETINA LI XWERÊVEBERIYAN
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê Hevserokê Meclîsa Gel a Wûppertalê Savci Azar peyivî. Azar bal kişand ser xwerêveberiyên li Kurdistanê û bang li her kesî kir ku xwedî lê derkevin.
Di şevê de piştî peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, Hozan Navdar, Lokman, Zelemele, Şengul, Serhad Çarnewa derketin ser dikê.
Siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem li vir peyivî û got, "PKK rewabûna xwe û rastiya gelê Kurd nîşanî tevahiya cîhanê da."
Kem di dewama axaftina xwe de got, "Roj roja berxwedanê, roja xwedîderketina li xwerêveberiyê ye. Li navenda qewimînên li Rojhilata Navîn û cîhanê gelê kurd heye û êdî ti kes nikare gleê Kurd ji nedîtî ve bibîne."
Di şevê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" hatin qîrîn û şev bi gerandina govendê bi dawî bû.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannehîmê bi beşdariya bi qasî hezar kesî şevek hat lidarxistin. Şeva ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Mannheîm-Lûdwîgshafenê ve hat organîzekirin, li Salona Dawetê ya Ruya hat lidarxistin.
'JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE EM ÇALAKIYAN LIDAR BIXIN'
Di axaftina vekirinê ya piştî deqeyeke rêzgirtinê de hat gotin, "Girîng e em bi awayê herî baş xwedî li nirxên şehîdên xwe derkevin. Ji bo azadiya Rêberê xwe pêwîste em tevlî hemû çalakiyan bibin."
Di şevê de Sekreterê AABF Ozgur Oz, nûnerên NAV-DEM, Dîe Lînke, MLPD, TJK-E û saziyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk axivîn.
Piştî nîşandana sînevîzyonê Koma Renk, Xelîl Xemgîn, Ozan Zahîr, Nûarîn û Koma Zelal derketin ser dike. Şeva ku ciwanan sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin, bi gerandina govendê bi dawî bû.