Êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan didomin
Tevgera leşkerî ya Tirk didome, gerîla jî çalakiyên bersivdayînê pêk tînin.
Tevgera leşkerî ya Tirk didome, gerîla jî çalakiyên bersivdayînê pêk tînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku 5'ê Kanûnê li ser rêya Cizîr- Nisêbîne, 4 leşkerên Tirk ên di wesayîtek sivîl de bûn ji aliyê hêzên gerîla hatin gulebarankirin. HPG’ê wiha got: "TC di çapemeniya xwe de jî îtîraf kir ku 2 mirî û 2 birîndar hene. Lê di vir de bi zelalî 3 leşker mirine. Ev çalakî ji aliyê yekîneyek gerîla ya taybet ve, li hember zilm û zexta dewletê ya li bajarê Kurdistanê bi armanca hişyariyê hatiye lidarxistin."
HPG’ê ragihand ku 4’ê Kanûnê saet 23.00’an artêşa Tirk dest bi operasyoneke ku gundên Dedaş, Helhelê yên girêdayî navçeya Hezro ya Amedê û gundên Şilşim, Mişirf û girê Dengê yên girêdayî navçeya Licê digire nav xwe kiriye. HPG’ê diyar kir ku ev operasyon, roja 5’ê Kanûnê saet 17.00’an bi awayekî bêencam bi dawî bûye.
Di daxuyaniya HPG’ê de wekî din ev agahî hatin dayîn:
"6’ê Kanûnê saet di 13.00’an de li hember qereqola Şkêr a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên me yên YJA-Starê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de kuleya qereqolê û avahiya qereqolê hatiye texrîpkirin. Piştî çalakiyê qereqola Şkêr, herêmên Latê Kewan, Dola Qomînîstan û gundê Ditaza bi obus, hawan û tankan bomberdûman kiriye.
Di navbera 6’ê Kanûnê saet 14.30’an û 7’ê Kanûnê (îro) saet 04.00’an de ji aliyê leşkerên qereqola Bîlîcanê ya ku li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li mintiqeyên Tepê Guvenlîk, Tepê Şehîd Dunya, Tepê Şehîd Avareş û Talisa kemîn hatine danîn.
Her wiha, 7’ê Kanûnê saet 00.00-01.00’an qereqola Bîlîcan; herêmên derdora xwe da ber çekên giran.
6-7’ê Kanûnê saet 19.00-07.00’an li ser herêma Zapê, saet 23.00-07.00’an li ser herêma Heftanînê, pêgerên hewayî yên keşfê yên artêşa Tirk geriyan."