Li Nisêbînê polîsan jinek 55 salî qetil kir

Li Nisêbînê di encama gulebarana sekvanan de jina bi navê Fehîme Aktî ya 55 salî jiyana xwe ji dest da. Di encama êrîşên polîsan de zarokek ji milê xwe yê çepê birîndar bû.

Li Nisêbînê di encama gulebarana sekvanan de jina bi navê Fehîme Aktî ya 55 salî  jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di bin navê qedexeya kolanan de êrîş berdewam dikin. Di êrîşan de Fehîme Aktî ya 55 salî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Aktî ya li Taxa Yenişehirê dijiya di gulebarana sekvanan de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktî rakirin morga Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê. Hat ragihandin ku Fehîme Akta dayika Ali Yucel ê birîndar e. Li gel Fehîme di 2 rojên qedexeya kolanan a li Nisêbînê de 4 welatî hatin qetilkirin.

Di encama êrîşên polîsan yên li ser taxa Firatê de zarokek bi navê M.A (12), li ser kolana Altay re guleya ku ji milê xwe yê çepê xwarî birîndar bû. 

Li ser taxên Firat, Dîcle, Abdûlkadîrpaşa û Yenîşehîrê êrîş berdewam dikin. Li Taxa Firatê jî malek hat şewitandin.