KCK: Divê têkoşîna li dijî dagirkeriyê bê mezinkirin

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kiriye û bang li Kurdistaniyên li her devera cîhanê dijîn, bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê kir, ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku dewleta Tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kiriye û bang li Kurdistaniyên li her devera cîhanê dijîn, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kir, ku li dijî dagirkeriyê têkoşînê xurt bikin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku bêyî agahiya parlament û gelên Tirkiyeyê jê çêbibe, dewleta Tirk leşker, tank û wesayîtên xwe yên zirxî derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. KCK'ê got, "Dewleta Tirk a ku ji ber binpêkirina sînor a çend saniyeyan balafira Rûsyayê xist xwarê, bi qasî 2000 leşker, tank û topên xwe, bêyî destûrê ji parlamentên Iraq û Başûrê Kurdistanê werbigire, derbasî nava Başûrê Kurdistanê kir. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke şer a dagirker."

'ENDÎŞEYA DEWLETA TIRK, NE TIRKMEN E'

KCK'ê da xuyakirin ku armanc û endîşeya dewleta Tirk ne Tirkmenên Tel Aferê ne û got, "Ji ber ku di nava plana DAIŞ'ê ya dagirkirina Mûsil û Tel Aferê de dewleta Tirk bi xwe jî hebû. Li dijî hikûmeta Şîa ya Iraqê, Tirkiyeyê destek daye hêzên Sûnî û DAIŞ'ê ji bo Mûsil û Tel Aferê bi dest bixin. Dema Tirkmenên Tel Aferê dihat qetilkirin û bi awayekî komî dihatin koçberkirin, dewleta Tirk bi ti awayî helwest nîşan neda. Ev yek jî nîşan dide ku endîşeya dewleta Tirk ne Tirkmen e. Dixwaze hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê xurt bike, zextê li ser PDK'ê bike û PDK û PKK'ê li hemberî hev rake. Dixwaze mîna salên beriya 2000'î şer di navbera Kurdan de derxîne û têkoşîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê qels bike. Daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Davûtoglû ku digot, 'pirsgirêka me bi ti hêzeke din re nîne; em bi tenê li dijî hedefên DAIŞ û PKK'ê yên li Sûriye û Iraqê ne' nîşan dide ku hedefa leşkerên ji Iraqê re şandine, têkoşîna azadiya gelê Kurd e."

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE PÊŞÎ LI XURTBÛNA KURDAN BIGIRE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Esasê polîtîkaya dewleta Tirk a li herêmê, pêşîgirtina li xurtbûna Kurdan e" û hat gotin, "Li Sûriyeyê jî polîtîkaya xwe li ser bingeha dijberiya Kurdan daye rûniştandin. Ji ber vê yekê, berdêla xwe li hember DYA û Ewropa rabûn be jî, bi awayekî vekirî destek da DAIŞ û El Nûsra. Li ser bingeha dijberiya bi Kurdan re leşker şandiye Başûrê Kurdistanê. Nedîtina vê rastiyê tê wateya fêmnekirina polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdan. Dewleta Tirk dijminê gelê Başûrê Kurdistanê ye. Eger îro vê dijminatiya xwe bi awayekî vekirî nîşan nade, sedema vê yekê ew e ku li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer dike. Naxwe, xefleteke mezin ku mirov Tirkiyeyê weke dostê Başûrê Kurdistanê bibîne.

'DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊKOŞÎNA XWE YA LI HEMBERÎ VÊ DAGIRKERIYÊ MEZIN BIKE'

Iraq bi tundî li dijî şandina leşkerên dewleta Tirk derketiye. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirk bi temamî dagirker e. Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku vîna gelê Başûr e, wê jî derbasbûna leşkerên dewleta Tirk a di nava Başûrê Kurdistanê de erê nekiriye. Girîng e hemû rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, li dijî vê dagirkeriyê derkevin. Eger Başûrê Kurdistanê wê xwedî li jiyana demokratîk û azad a rasteqîn derkeve, dikare vê yekê bi dijderketina li vê dagirkeriyê bike. Naxwe wê sibe hin hêzên din ên dagirker jî rabin û ji xwe re weke mafekî bibînin ku bikevin nava Başûrê Kurdistanê. Wê bêjin, 'Eger Tirkiye dikare bikeve nava Başûrê Kurdistanê, hingî mafê me jî heye em jî bikevin navê'. Di rewşeke bi vî rengî de wê artêşa Iraqê wî mafî bi xwe re bibîne ku biçe her devera Kurdistanê. Dagirkeriya dewleta Tirk dikare rê li ber rewşên bi vî rengî yên xetere veke. Lewma divê dagirkeriyên bi vî rengî ji rêzê û rewa neyên dîtin. Ji bo vê jî girîng e gelê Başûrê Kurdistanê tavilê bikeve nava tevgerê û li dijî vê dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike.

Di pêşengiya ciwanan de du sal berê ji bo leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin têkoşînek hatibû destpêkirin. Bi vê bûyerê re baştir hatiye dîtin bê ev hewldana gelê Başûrê Kurdistanê çiqasî rast e. Têkoşîna derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê pêwîst e mezintir bibe û divê êdî Kurdistan ji belayekê rizgar bibe. Li ser esasê vê têkoşînê derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê wê Başûrê Kurdistanê hê azadtir û demokratîktir bibe.

Derxistina artêşa Tirk ji Başûrê Kurdistanê wê hem federasyona Başûrê Kurdistanê, hem hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hem siyaseta Başûrê Kurdistanê, hem jî gelê Başûrê Kurdistanê hê xurttir bike.

Pêwîst e hikûmeta Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, hêza xwe ji yekîtiya gelê Kurd bigire. Yekîtiya gelê Kurd û yekbûna hêzên wê, li hember her cure hêzên ji derve bê wê hêzêk hê xurttir derxe holê. Îro her cure hêz û potansiyela gelê Kurd di dîroka xwe de gihiştiye asta herî bilind. Kurd bi vê hêza xwe ve di sedsala 21. de wê bibe gelê Rojhilata Navîn ê bilind dibe. Tenê bila li ser esasê berjewendiyên xwe yên neteweyî hêzên xwe bikin yek." 

'JI BO DEWLETA TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊ DERXISTIN DIVÊ LI HER DERÊ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN'

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk îro li Bakurê Kurdistanê zilma herî mezin li gel dike û wiha domand: "Bajaran dorpêç dike û bi çekên giran dişewitîne, hildiweşîne. Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê nebe xwedî statuyekê, di serî de DAIŞ, bi her cure hêzên dijminê Kurdan re tifaqê dike. Dewleta Tirk a ku duh Kobanê dorpêç kir, niha jî di serî de Efrîn li her derê li dijî gelê Kurd çeteyan dide êrîşkirin. Pêwîst e tevahî hêzên Kurdistanî destûra ketina Başûrê Kurdistanê nedin hêzên leşkerî yê dewleteke wiha. Ji bo vê jî, ji bo dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin, pêwîst e li her parçeyên Kurdistanê û li tevahî deverên cîhanê têkoşîn bê mezinkirin."