Balûken: Pêngava Tirkiyeyê ya Mûsilê dînîtî ye

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, şandina leşkerên Tirk ji Mûsilê re nirxand û destnîşan kir ku ev pêngava AKP'ê ya hemberî destketiyên hêzên Kurd, dînîtî ye.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, şandina leşkerên Tirk ji Mûsilê re nirxand û destnîşan kir ku ev pêngava AKP'ê ya hemberî destketiyên hêzên Kurd, dînîtî ye.

Balûken mijar ji ANF'ê re nirxand û da zanîn ku bûyera şandina leşkeran ji Mûsilê re, dînîtî ye. Balûken ragihand ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê îflas kiriye û anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê yên mezhebî û dijberiya Kurd, Tirkiye xistiye nava rewşeke bi tenê.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku di demeke Sûriye û Rojava bi berfirehî tê nirxandin de Tirkiyeyê ji bo îspat bike ku ew jî hêzêke li herêmê ye, di ser Mûsilê re pêngavek daye destpêkirin û bal kişand ser hesabên Tirkiyeyên yên ji mêj ve li ser Mûsil û Kerkûkê dike. Balûken da xuyakirin ku Tirkiye ji aliyekî ve dixwaze ser têkçûna polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê bigire, li aliyê din jî dixwaze mesaja 'min hînê dev ji hesabên xwe yên li ser Mûsil û Kerkûkê neterikandiye' bide raya giştî ya navxweyî.

Balûken ragihand ku Tirkiye bi vê pêngava xwe re dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK a ku li Rojava, Sûriye û gelemperiya Rojhilata Navîn bûye xwedî hêz û li qada navneteweyî roj bi roj rewa dibe, bifetisîne. Balûken anî ziman ku PKK'ê di dema dawî de bandoreke gelekî mezin li gelê Başûrê Kurdistanê kiriye û got, "Tirkiye bi vê destwerdana xwe ve hem dixwaze mesajê bide gelê Başûr, hem jî bide PKK'ê. Weke ku tê zanîn Tirkiye hema hema her roj ji hewayê ve êrîşî Qendîlê dike. Jİ ber ku ji operasyonên hewayî nikare encamekê werbigire, dixwaze ji PKK'ê û gelê Başûr re bêje 'ez dikarim ji bejahî ve jî vê pêvajoyê bidim destpêkirin'. Ji ber ku Iraqê heta niha ti nerazîbûn nîşanî operasyona hewayî ya li hemberî Qendîlê nedaye. Tevî ku qada hewayî ya Iraqê bi awayekî vekirî tê binpêkirin jî, heta niha li ser vê mijarê Iraqê hişyariyeke bi tenê jî nedaye."

'BI VÊ DESTWERDANÊ RE HEWL DIDIN NERAZÎBÛNA LI KOMKUJIYAN BÊ TEPISANDIN'

Balûken da xuyakirin ku di nava Kurdan de li her çar parçeyên Kurdistanê nerazîbûneke gelekî mezin li hemberî Tirkiyeyê peyda bûye û got, "Tirkiye bi hewldanên bi vî rengî re dixwaze xwe û PDK'ê nêzî hev nîşan bide û bi vî rengî nehêle ku komkujiyên li hemberî Kurdan dike, bikeve rojeva Kurdan. Niha li Sûr û Nisêbînê komkujiyên gelekî giran li sivîlan tê kirin. Li hemberî mîrateya dîrokî ya Kurdan û mirovahiyê êrîşên bêperwa tên kirin. Ji ber ku ev yek rastî nerazîbûna çar parçeyên Kurdistanê tê, Tirkiye bi hin hewldanan re dixwaze nîşan bide ku bi PDK'ê re li hev kiriye û bi vî rengî nerazîbûnan kêm bike."

'TIRKIYE WÊ ZEMÎNA KRÎZ Û ŞER A LI HERÊMÊ MEZINTIR BIKE'

Balûken ragihand ku destwerdanên bi vî rengî ji aliyê herêmî ve Tirkiye û gelên Tirkiyeyê gihandiye ber şerekî mezin ê herêmî û got, "Bi xistina balafira Rûs li nava sînorê Sûriyeyê re AKP'ê krîzeke mezin afirand û bi vî rengî gelên Tirkiyeyê kir mûxatabê şer. Xuya ye Tirkiye ji bo berfirehkirin û mezinkirina zemînê şer û krîzê, di nava hewldanan de ye. Bê guman ev nêzîkatiyên gelekî xetere ne. Hem ji aliyê Tirkiyeyê ve hem jî ji aliyê gelên herêmê ve xetere ne."

'DI OPERASYONEKE LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê DE YEKANE WELATÊ DIKARE DAIŞ'Ê BIPARÊZE, TIRKIYE YE'

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku piştî îflaskirina polîtîkaya Sûriyeyê û hêzên navneteweyî qebûl kirin ku pêvajoyek li ser rizgarkirina Cerablûsê bê destpêkirin, Tirkiye bi rewşeke welê re rû bi rû maye ku hemû îdîaya xwe winda bike.

Balûken ragihand ku Tirkiye ya bi îdîayeke gelekî mezin dest bi polîtîkaya li ser Sûriye û Rojhilata Navîn kir, niha ketiye wê pozîsyonê ku kes li gortina wê guhdarî neke û got, "Tirkiye ya ku vê rewşê dibîne dixwaze îspat bike ku hînê li herêmê hêzeke bi bandor e. Dixwaze mesajê bide ku pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Sûriye û Iraqê bêyî wê nabe. Lê belê xwendina şaş rê li ber hewldanên şaş vedike. ji bo Tirkiye li Sûriye, Iraq û tevahiya Rojhilata Navîn bibe xwedî mafê gotinê, di serî de bi me Kurdan re divê bi hemû dînamîk û gelên herêmê re têkiliyê deyne. Me ev yek her tim anîn ser ziman. Niha eger li hemberî DAIŞ'ê li Cerablûsê operasyon were kirin, Tirkiye di rewşeke welê de ye ku yekane welatê dikare DAIŞ'ê biparêze Tirkiye ye. Li şûna xwe ku xwe ji vê rewşê rizgar bike, bi hewldana li Mûsilê re şaşîtiyeke din li şaşîtiyên xwe zêde kir. 

Rêya rizgariya ji vê rewşê, terikandina van hewldanên şaş e û bi gelên herêmê re danîna têkiliyên bi aqilane ye. Hem li hundir hem jî li derve divê polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan biterikîne."