KESK û DÎSK’ê ji bo Sûrê çalakiya dengderxistinê li dar xistin

Di pêşengiya hevbirên KESK û DÎSK’ê de ji hezarî zêdetir kes li pêşiya Kalenderoglû Plaza kom bûn, ji bo balê bikşînin ser dorpêça dewletê û komkujiyên li Sûr û Nisêbînê çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Di pêşengiya hevbirên KESK û DÎSK’ê de ji hezarî zêdetir kes li pêşiya Kalenderoglû Plaza kom bûn, ji bo balê bikşînin ser dorpêça dewletê û komkujiyên li Sûr û Nisêbînê çalakiya dengderxistinê li dar xistin.

Dema çalakiya dengderxistinê de dirûşmên “Qatil polîs ji Kurdistanê bi ceheme”, “Amed ranezê li rûmeta xwe xwedî derkeve”, “Ji Nisêbînê heta Amedê ji berxwedêran re hezar silav” hatin qîrkirin. Girseya bi dirûşm, tilîlî û çepikan hat pêşiya AZC Plaza, li vir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Li ser navê KESK û DÎSK’ê Berdevkê Demê yê KESK ‘ê Bedîrhan Çetînkaya daxuyanî xwed, bal kişand ser ev 6 roj in li Sûrê qedexeya kolanan didome, wiha got: “ Qedexeya kolanan a li Sûrê berdewam dike. Şêwazekî şerê topyekun li hember gel girtiye û gelê Sûrê bi qetlîaman re rû bi rû hiştiye. Dîsa îro jî bombekirina mizgefta dîrokî ya Kûrşûnlû, bajarê antîk ê Palmîra ê li Sûriyeyê, ji aliyê zîhniyeta DAIŞ’ê hat rûxandin anî bîra me.”

Çetînkaya diyar kir ku AKP’e ya ku bi polîtîkayên xwîn û tirsê xwe dide jiyîn, wiha got:      “ Desthilatdariya AKP’ê her roj welatiyên me qetil dike û malan bombebaran dike. Li gel pêkanîna van qetlîaman jî di serî de mafên jiyanî, binpêkirina mafên mirovan ên cidî derdikevin holê. Li gel qedexeya kolanan a li Sûrê berdewam dike jî pêkanînên ku mafê mirovan û demokrasiyê tevahî binpê dike hene, em li hember van kiryarana gelê xwe bi çalakiyên dengderxistinê dawetî ronîkirina tarîtiyan dikin.