YPG: Wesayîtek çeteyan hate rûxandin, 2 jî hatin derbkirin
YPG’ê diyar kir ku di operesyona li başûrê Cereblusê de wesayîtek çeteyan tevî çek û cebilxaniyên tê de hatiye rûxandin, 2 jî hatin derbkirin.
YPG’ê diyar kir ku di operesyona li başûrê Cereblusê de wesayîtek çeteyan tevî çek û cebilxaniyên tê de hatiye rûxandin, 2 jî hatin derbkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê şerê 2 rojan ê li Kantona Kobanê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê de daxuyaniyek weşand. YPG’ê diyar kir ku di operesyona li başûrê Cereblusê de wesayîtek çeteyan tevî çek û cebilxaniyên tê de hatiye rûxandin, 2 jî hatin derbkirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê de wiha hat gotin: “Di 4’ê Kanûnê di navbera saet 16.00-17.00’an de hêzên me li dijî başûrê Cerablûsê operasyonek li dar xistin. Operasyona bi çekên giran û hawanan li dijî qadên çeteyên DAIŞ’ê hat lidarxistin, bi serketî bi encam bû. Di vê operasyonê de wesayîtek leşkerî ya çeteyan tevî çete û cebilxaneya di nav de hat ruxandin, 2 wesayîtên din jî hatin derbkirin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehatiye zelalkirin.
Di 5’ê Kanûnê saet 13.30’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî başûrê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê kirin.
Di 5’ê Kanûnê saet derdora 15.00’an de çeteyên El Nusra li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê bi topên hewanan êrîş li dar xistin. Piştî vê êrîşê ku tê de 4 hemwelatiyê sivîl birîndar bû, hêzên me mudexaleyî çeteyan kir û li qadê şer derket. Piştî şer qewimî, çeteyên êrîş kirin ji qadê reviyan. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”