Li Hesekê kesên Hişin Reşo kuştin hatin darizandin

Li Hesekê kesên ku Endamê Meclîsa Xwişk û Biratiya Gelan a Hesekê Hişin Reşo kuştin cezayên girtîgehê xwarin.

Kesên ku Endamê Meclîsa Xwişk û Biratiya Gelan a Hesekê Hişin Reşo kuştin hatin dadgehkirin.

Di daraza ji aliyê Dadgeha Gel pêk hat de, Muhammed Elo hetahetayî; Muhammed Salih jî 10 sal cezayê girtîgehê xwarin.

Bi sedan kes tevlî rûniştina dozê bûn.

...