'Kalên Noel' ên Kurd bal kişandin ser Rojava

Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser Rojavayê Kurdistanê û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê bînin ziman, li Frankfûrtê çalakiyeke balkêş lidar xistin.

Ciwanên Kurd, ji bo balê bikişînin ser Rojavayê Kurdistanê û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê bînin ziman, li Frankfûrtê çalakiyeke balkêş lidar xistin.

Komek ji ciwanan, kincên 'Kalê Noel' li xwe kirin û li nava sûka Frankfûrtê giriyan.

'Kalên Noel' ên Kurd ji tûrikên xwe yên ku bi reng û şeklê ala PKK'ê hatibû çêkirin, xelatên biçûk li derdorê belav kirin 

Ciwanan li ser pireke li navenda sûkê pankarta bi nivîsa "Piştgirî ji bo Rojava, Qedexeya li ser PKK'ê bila bê rakirin" vekirin.

Çalakiya ciwanan bala derdorê kişand.

...