Farqîn bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin
Navçeya Amed Farqînê, ku 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin û ji ber êrîşên dewletê zerareke mezin dît, bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin.
Navçeya Amed Farqînê, ku 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin û ji ber êrîşên dewletê zerareke mezin dît, bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin.
Navçeya Amed Farqînê, ku 6 caran derketina derve lê hat qedexekirin û ji ber êrîşên dewletê zerareke mezin dît, bi hevkariya gel û şaredariyê re ji nû ve tê avakirin. Walîtiyê di bin navê 'zerara ji ber terorê' xisara rû daye tespît kir û xwest pere bide. Lê belê gelê Farqînê pereyê dewletê red dike. Hevşaredar Kerem Canpolat da xuyakirin ku bi piştgiriya şaredariyên din ên li Kurdistanê re wan dest bi ji nû ve avakirina Farqînê kirine.
DI NAVA 6 SALAN DE 860 KES LI FARQÎNÊ HATIN QETILKIRIN
Canpolat bibîr xist ku gelê Farqînê gelekî welê ye ku bi paşeroja xwe ya qedîm re bi serbilindî disekine û got, "Li Farqînê ev 4 meh in şer heye. Heta niha 6 caran li Farqînê derketina derve hat qedexekirin. Bi qedexeya derketina derve re sivîl hatin qetilkirin, mal hatin hilweşandin û hin cihên bajêr veguherîn xirbe. Hêzeke gelekî zêde li dij hat bikaranîn. Rewşeke ku em ji salên 1990'î pê dizanin, di nava 4 mehan de careke din anîn serê me Farqîniyan. Kesên bi kincê sivîl ên xwedî erkên bêsînor şandin vê derê. Ev tê wê wateyê ku mejiyê salên 90'î nehatiye guhertin. Li vî bajarî, di navbera salên 1990-1996'an de 860 mirov li nava kolanan hatin qetilkirin. Taybetmendiyeke dîrokî ya Farqînê heye. 96 salan bûye paytexta Dewleta Kurd a Merwanî. Mejiyê paytextiya dewleta Kurd hînê li cem vî gelî heye. Di salên 90'î de jî, tevî zext û polîtîkayên komkujiyê yên mîna îro, gel bajarê xwe neterikand. Hovîtiya ku îro tê kirin, vî gelî ji xwe beriya niha dîtibû. Gelê Farqînê hewl dide jiyanê ji nû ve ava bike û her kes bi hev re rê û kolanên hatine xerakirin, ji nû ve çêbikin."
FARQÎN KIRIN KOBANÊ
Canpolat got, 'kirin ku Farqîn veguhere Kobanê' û anî ziman ku ji bo çêkirina 800 xaniyên hatine xerakirin, ew bi hevkarî û piştgiriya hev, dixebitin. Canpolat di dewama axaftina xwe de got, "Divê her kes vê yekê baş zanibe, ku di rojên derketina derve qedexe bû de, rûmeta mirovahiyê hat binpêkirin. Ji extiyarekî 70 salî heta zarokekî 7 salî, mirov hatin qetilkirin. Ev hovîtî, bi xerakirina pêvajoya aştiyê re destpê kir. Lê belê tevî her tiştî jî gelê Farqînê serbilind e. Piştî qedexeya derketina derve ya li Farqînê, dîmenekî dişibe yê Kobanê danîn pêşiya me. Niha hem şaredariya me hem jî bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên ji nû ve avakirinê hatine destpêkirin. Hin ji welatiyan hewl didin xaniyên xwe ji nû ve çêbikin. Weke şaredarî jî em jî hewl didin ku her sê taxên xwe ji berê xweştir bikin. Lê belê derfetên me kêm in. Ji bo jiyanê ya pêwîst çi be, em niha wê dikin. Heta niha xisara li 800 xaniyan hatiye tespîtkirin, 25 avahî divê bên hilweşandin û ji nû ve werin çêkirin. Bi sedan wesayît bûne ku nema karibin bên bikaranîn."
Canpolat da xuyakirin, ku ji ber Farqîn yek ji bajarên Kurdistanê yên herî zêde ketiye bin tesîra şer e, gelê Farqînê ji bo bidawîkirina vî şerî û destpêkirina muzakereyê li ber xwe daye û li ber xwe dide.
'MÎNA KU GEL BI XWE XANIYÊN XWE HILWEŞAND, NÎŞAN DIDIN'
Hevşaredara Farqînê Zûhal Tekîner jî diyar kir ku Walîtiyê di bin navê 'zerara ji ber terorê rû daye' xisara li herêmê tespît kiriye û di berdêla vê de jî xwestiye pere bide gel, lê gel pereyê dewletê red kiriye. Tekîner da xuyakirin, ku rayedarên dewletê hewl didin rewşeke welê biafirînin ku nîşan bidin; gel bi xwe zerar daye malên xwe.
Tekîner got, "Li Farqînê 6 caran derketina derve hat qedexekirin. Herî dawî 12 rojan dewam kir û zerareke mezin da bajêr. Niha bi alîkariya Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê û gelek şaredariyên li herêmê, berî ku rojên dijwar ên zivistanê destpê bike em hewl didin xaniyên welatiyan ên hilweşiyane çêbikin û bikin ku welatî li malên xwe vegerin."
Tekîner ragihand ku derfetên wan bi têrkerî nîne û got, "Walîtiyê di vê mijarê de tespîta xisara li malan kir. Di encamê de jî pereyê ku xwest bide, ne berdêla ji sedî yek ê xisara li welatiyan hatiye kirin e. Tişta ku dewlet dike, mîna ku gel bi xwe zerar daye malên xwe, hezar TL pere xwest bide. Mirovan ev xwesteka dewletê red kirin. Ji bo mirov zivistanê di mala xwe de derbas bikin, em jî xaniyên li bajêr çêdikin.