Welatparêzê Kurd Kalayci li Munchenê hat binçavkirin
Omer Kalayci, duh danê êvarê dema bi hevser û zarokê xwe re diçû malê, ji aliyê 3 polîsên sivîl ve bi gotina 'Li Tirkiyeyê biryara girtina te heye' hat binçavkirin.
Omer Kalayci, duh danê êvarê dema bi hevser û zarokê xwe re diçû malê, ji aliyê 3 polîsên sivîl ve bi gotina 'Li Tirkiyeyê biryara girtina te heye' hat binçavkirin.
Welatparêzê Kurd Omer Kalayci, ji ber dozeke xwe ya li Tirkiyeyê, li Munchenê hat binçavkirin.
Omer Kalayci, duh danê êvarê dema bi hevser û zarokê xwe re diçû malê, ji aliyê 3 polîsên sivîl ve bi gotina 'Li Tirkiyeyê biryara girtina te heye' hat binçavkirin.
Hevsera Kalayci Havva Yildiz diyar kir ku polîsan li nasnameya wan pirsî ne û bêyî ku li nasnameyên wan binêrin yekser hevserê wê li goşeyekê destên wî kelepçe kirine, xistine wesayîteke sivîl û ew birine.
Kalayci yê ji navçeya Agirî Avkevirê, ji ber xebatên xwe yên siyasî li Tirkiyeyê biryara lêgerîn û girtina wî heye.
Kalayci yê ku di sala 2008'an de hat Fransayê û serlêdana penaberiyê kir, piştî salekê serlêdana wî hat qebûlkirin.
Di sala 2010'an de zewicî. Ji ber ku hevsera wî li Elmanyayê dima, bi yekbûna malbatê re di sala 2015'an de li Munchenê bi cih bû. Kalayci ku li Elmanyayê ti pirsgirêkeke xwe ya qanûnî nîne, heta Gulana 2016'an vîzeya wî heye.