Li Şengalê çalakî: 7 çete hat kuştin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiya 9'ê Kanûnê ya li Herêma Şîlo de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku roja 9'ê Kanûnê li herêma Şîlo li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek hatiye lidarxistin. Fermandariyê diyar kir ku di vê çalakiyê de 7 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniya Fermandariyê de ev agahî hat dayîn:

"Hêzên me yên YBŞ’ê bi çekên giran li hember çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Fedîban ê herêma Şîlo ya Şengalê bi cih bûbûn, roja 9’ê Kanunê saet di navbera 09:00 – 11:00 de çalakî pêk anîn. Di encamê de 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin."