Wekîlan ji bo Sûrê gilî kirin
Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp, ji ber pêkanînên antî demokratîk û "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê, daxwazname dan Dadgeha Îdarî ya Amedê û gilî kirin.
Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp, ji ber pêkanînên antî demokratîk û "qedexeya derketina derve" ya li Sûrê, daxwazname dan Dadgeha Îdarî ya Amedê û gilî kirin.
Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Sîbel Yîgîtalp, ji ber pêkanînên antî demokratîk û "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Amed Sûrê dewam dike, daxwazname dan Dadgeha Îdarî ya Amedê û gilî kirin.
Parlamenteran beriya radestkirina daxwaznameyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Feleknas Ûca di axaftina xwe ya li vir de got, "Îro Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê ye, lê qedexeya derketina derve ya li Sûrê ket roja 9'an. Ev her roj in li Sûrê li hemberî her ruhberî operasyon tê kirin. Eleqeya vê qedexeyê bi walî yan jî qeymeqam re nîne, Yekser bi fermana Enqereyê hatiye îlankirin. Weke wekîlên bi vîna gel hatine hilbijartin, eger em nikarin bikevin nava taxên qedexekirî, hingî di vir de pirsgirêkek mezin heye."
Sîbel Yîgîtalp jî ragihand ku hewl tê dayîn polîtîkayên salên 90'î îro bên meşandin û got, "Yekane berpirsyarê şerê îro yê li Kurdistanê diqewime, hikûmeta AKP'ê ye. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê çareseriyê di muzakereyê de nabîne, şer weke çareseriyê dibîne. Navnîşana çareseriya vê pirsgirêkê Îmraliye, navnîşan muzakereya Bi Birêz Ocalan re ye."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî diyar kir ku li navçeya Sûrê ev 9 roj in mirov nikarin ji malên xwe derkevin, nikarin nexweşxan rakin nexweşxaneyê û xwarina mirovan nemaye. Kişanak da xuyakirink u ji ber qedexeyê weke Şaredarî ew nikarin wezîfeya xwe ya li Sûrê bi cih bînin û destnîşan kir ku divê dorpêçiya li ser navçeyê tavilê were rakirin.
Piştî daxuyaniyê, wekîlan daxwaznameya gilîkirinê radestî edliyeyê kirin.