Welatparêzê Kurd Ozden emrê Xwedê kir
Welatparêzê Kurd Osman Ozden di 81 saliya xwe de emre xwedê kir.
Welatparêzê Kurd Osman Ozden di 81 saliya xwe de emre xwedê kir.
Welatparêzê Kurd Osman Ozden di 81 saliya xwe de emre xwedê kir. Osman Ozden ev salekî bû nexweş bû. Ozden bi salane di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de aktîf rol lîst.
Ozden bavê gerîlayekî HPG’ê ye û apê şehîd Sîpan û xalê Şehîd Xanê Demir e. Osman Ozden herwiha birayê endamê Kordînasyona Êzidxanê Zekî Şengalî ye.
Osman Ozden di sala 1995’an de ji Êlihê ji ber zextên Dewleta Tirk koçî Elmanyayê kiribû.
Kurê Osman Ozden, Hasan Ozden diyar kir ku bi taybet piştî êrîşên li ser Kobanê û Şengalê bavê wî gelek meraq dikir û rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bûye.
Hasan Ozden got: "Heya kêliya dawî jî daxwaz û hêviya herî mezin ya bavê min azadiya serok Apo, azadiya Kurdistanê û vegera welat bû."
Malbata Ozden sersaxiyan li mala Êzidiyan ya Celle tên qebûlkirin.
Cenazeyê Osman Ozden wê îşev ber bi welêt ve bê şandin û û sibê saet di 12’an de bigihêje Êlihê.