BI DÎMEN

KNK: Gelê Qendîlê ne bi tenê ye

Di van rojên ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye, heyeta KNK'ê gundên Qendîlê yên rastî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk hat, ziyaret kir.

Di van rojên ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye, heyeta KNK'ê gundên Qendîlê yên rastî êrîşa hewayî ya artêşa Tirk hat, ziyaret kir.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a bi serokatiya Doktor Kamûran Berwarî, gundên Enzê û Zergelê yên Binarê Qendîlê ziyaret kir û nerazîbûn nîşanî êrîşên hewayî da.

Heyetê bi Hevşaredarên Binarê Qendîlê û gel re hevdîtin kir. Her wiha li herêmên ji aliyê balafirên şer ve hatin bombekirin geriya.

Doktor Kamûran Berwarî di dema serdanê de axivî û diyar kir ku êrîşa hewayî ya li hemberî Başûrê Kurdistanê dûrî ji fermiyetê ye. Berwarî ragihand ku ev êrîş li dijî yekîtiya gelê Kurd e û got, "Divê em hemû ji tevahiya cîhanê re ragihînin ku em êrîşan qebûl nakin. Hikûmeta Başûr çav û guhên xwe li van êrîşên li dijî gelê Kurd girtiye. Hikûmeta Başûr li şûna li aramî û berjewendiyên gelê Kurd bifikire, pişta xwe spartiye dewleta Tirk. Girîng e partiyek, ji berjewendiyên xwe bêhtir berjewendiyên gelê Kurd esas bigire. Ji bo vê jî divê kongreya yekîtiya neteweyî were lidarxistin. Ji bo ji holê rakirina hemû tirs û êrîşan, ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiyê heye."

Ji gundiyên Enzê Mam Marûf kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana heyetê anî ziman û got, "Bi salan e em li ser vê xakê dijîn û bi salane êrîşên hewayî li hemberî me tên kirin. Em dixwazin êdî bi dilrehetî bijîn. Ji bo berjewendiyên hin dewlet û partiyan, jiyana me ser û bin dibe. Zarok, dayik ditirsin. Em nikarin bi dilrehetî razên. Yên li van gundan dijîn gel e, ne PKK ye. Bang li hemû rêxistinên cîhanê dikim, ji bo ev êrîş werin sekinandin. Li vê derê sûcekî mezin ê mirovahiyê tê kirin, gel tê qetilkirin. Berî demeke kurt li Zergelê 8 mirovên me qetil kirin, di oxira pere û desthilatdariyê de. Malên me, dehl û rezên me, heywanên me zerarê dibînin. Bang li tevahiya gelê Kurd dikim; ya ku li Başûrê Kurdistanê diqewime wan jî eleqedar dike, divê êşa me bibe êşa wan jî. Roj roja yekîtiyê ye."

Hevşaredara Binarê Qendîlê Emîne Mihemed Abdullah jî ji ber serdana heyetê kêfxweşiya xwe bilêv kir û bibîr xist ku gelê Qendîlê her roj rastî êrîşan tê. Abdullah da zanîn ku sedema bingehîn a êrîşên hewayî, polîtîkaya berjewendîparêz a hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re dimeşîne ye û got, "Ez weke jineke Qendîlî, qebûl nakim ku balafirên Tirk bên xaka me bombe bikin. û divê ti jinên Kurd vê qebûl nekin. Ev êrîş herî zêde bandorê li jinan dikin. Lewma yên divê herî zêde têbikoşin û nerazîbûna xwe nîşan bidin jî jin in."

Heyet piştî hevdîtinan çû gundê Zergelê û mirovên li vî gundî jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Dûre bi Şaredariya Binarê Qendîlê re daxuyaniyek da çapemeniyê. Heyeta KNK'ê piştre bi Endamê Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto re hevdîtinek kir.

...