Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a meşiya Sûrê kirin-HAT NÛKIRIN
Girseya gel a ji navçeya Amed Baglarê dixwaze bimeşe Sûrê, rastî êrîşa polîsan hat. Tevî êrîşê jî gel bi biryar e bimeşe.

Li dijî dorpêçiya navçeya Amed Sûrê, welatiyên ji navçeyên Peyas û Baglarê yên Amedê hatin Kolana Sento, ber bi Deriyê Rihayê ve dest bi meşê kirin.
Welatiyên ku dixwazin ji Baglarê bimeşin Sûrê, li Kolana Sento rastî êrîşa polîsan hatin. Tevî êrîşa bi bombeya gazê û ava şid jî, welatiyan xwe berdan nava kolanan û ber bi Sûrê ve meşiyan.
Di vê navberê de, girseya gel a bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP'ê yên bajar û navçeyan li Deriyê Rihayê civiya, wê bimeşe Sûrê. Tevî ku herêma Deriyê Rihayê di nava herêma qedexekirî de nîne jî, polîsan bend danîn, dor li Deriyê Rihayê girtin û ji her du aliyan ve girtin.