Kongreya Îslama Demokratîk: AKP êrîşî cihên pîroz ên Misilmanan dike
Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê, li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û êrîşên li hemberî cihên pîroz, daxuyaniyek da.
Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê, li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û êrîşên li hemberî cihên pîroz, daxuyaniyek da.
Kongreya Îslamî ya Demokratîk nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li hemberî gel û cihên pîroz ên Kurdistanê, da. Kongreyê banga 'li maseyê vegere' li AKP'ê kir û komên Îslamî yên li pêşberî qewimînan bêdeng in, rexne kir.
Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê, li ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û êrîşên li hemberî cihên pîroz, daxuyaniyek da.
'POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ LI KURDISTANÊ TÊN MEŞANDIN'
Di daxuyaniya nivîskî ya kongreyê de hat ragihandin ku dewleta neteweya Tirk, asîmîlasyon, tehcîr, sirgûn û komkujî aniye serê hemû gelên Mezopotamya û Anatoliyê û hat gotin, "Ev polîtîkayên li dijî mirovahiyê yên nayên fêmkirin, zêdeyî çil sal in li Kurdistanê tên meşandin. Ji ber van polîtîkayan bi hezaran gund hatin şewitandin, valakirin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn û hatin qetilkirin. Vî şerê qirêj herî dawî rûyê xwe li navenda bajarên Kurdan nîşan da. Vî şerî her wiha bandora xwe li berhemên dîrokî yên mirovahiyê jî kiriye. Dewleta neteweya Tirk ev hefteyeke li navçeya Amed Sûrê bi qedexeya derketina derve re êrîş dike, cihên pîroz ên Misilmanan xera dike. Mînakên şênber ên vê yekê, Minareya Çarling û Mizgefta Kûrşûnlû ye. Dewleta netewe ya Tirk ku ji Milazgirê û vir ve hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan daye rûniştandin, divê xwe ji polîtîkaya gemarî ya ku hezar sale dimeşîne rizgar bike û pirsgirêka Kurd bi mûxatabên wê re li dora maseyê çareser bike."
REXNE LI KOMÊN ÎSLAMÎ HAT KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de ev rexne jî hat kirin: "Desthilatdarî û hin komên ku îro xwe bi hesasiyeta Îslamî nîşan didin, li kîjan devera cîhanê êrîşek li hemberî nirxên Îslamî tê kirin, hesasiyeta xwe nîşan didin. Lê belê balkêş de dema cih Kurdistan be, mixabin hesasiyeta xwe li pêşberî şewitandin û hilweşandina nirxên Îslamî nîşan nadin."