Nasnameya şervanê YPG'ê hat aşkerakirin

Nasnameya şervanekî YPG'ê yê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, nasnameya şervanê xwe yê bi navê Rizgar Serispî yê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 4'ê Kanûna 2015'an de li herêma Holê jiyana xwe ji dest da, bi raya giştî re parve kir.

YPG'ê di daxuyaniyê de ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û soza dilsoziya bi xeta jiyan û têkoşîna şehîdan, dubare kir.

NASNAMEYA ŞERVANÊ YPG'Ê

Nasnav: Rizgar Serispî
Nav û paşnav: Newzet Kaçar
Navê dê û bav: Narînc-Hebîb
Ji dayikbûn: 1985-Colemêrg
Şehadet: 04.12.2015 / Hol