KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Êlihê yên li dijî tecrîdê meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin
Li Êlihê di pêşengiya Rêxistinên DBP’e û HDP’ê yê Bajar de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5 Nîsanê ve didome û terora dewletê ya li bajarên Kurdistanê hat protestokirin. -
TÎKKO: Li geliyê Alîbogazi derb li hêza operasyonê hat xistin
TKP-ML/TÎKKO da xuyakirin, ku hêzên gerîla derb li artêşa Tirk a li Dêrsimê derket operasyonê xistiye. -
Desteya Mafên Mirovan ji bo Til Temirê banga alîkariyê kir
Desteya Mafên Mirovan, li Til Temirê cihên êrîş lê hatin kirin, ziyaret kir. -
Ji dayikan banga 'Bila Tirkiye rabe ser piyan'
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, ji bo destekkirina berxwedana li Nisêbînê nobed girtin. Dayikan ji bo aştiyeke bi rûmet işaret bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û bang li gelê Tirkiyeyê kirin. -
KCD'ê êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên bombeyî yên li Til Temirê şermezar kir. -
Hejmara mirovên li Nisêbînê hatin qetilkirin gihaşt 17 kesan
Ciwanê bi navê Bîlal Erdogan ê ku di êrîşên 4 rojên dawî yên rewşa awarte de li Nisêbînê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Li Til Temirê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin
Şaredariya Gel a Til Temirê, bi alîkariya şaredariyên din ên kantonê û ekîbên alîkariyê, hewl dide ji binê xirbeyan birîndar û cenazeyan derxîne. -
Êrîşên li hemberî Sûrê dewam dikin
Li Sûrê, piştî navbera 17 saetan a li qedexeya derketina derve, êrîşan careke din destpê kirin. -
Rêveberê DBP'ê hat binçavkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Firat Alokmen û kesê bi navê Cengîz Erdem ê pê re hatin binçavkirin. -
HDP: Zext li hilbijêrên me yên li Wanê tê kirin
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku li Payîzavayê, ji qereqolê bang li şêniyên taxan ên deng dane partiya wan hatiye kirin û pirsên mîna 'We ji ber gefan deng dan HDP'ê?' li wan hatine kirin. -
Civîna destpêkê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk destpê kir
Civîna destpêkê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro destpê kir. -
Dema rewşa awarte ya li Qersê hat dirêjkirin
Dema qedexeyê ya li navçeyên Qaqizman, Selîm û Qamuşanê hat îlankirin, heta 1'ê adara 2016'an hat dirêjkirin. -
Ji Asayîşa Efrînê hişyarî
Asayîşa Efrînê hişyarî da û ji gel xwest ku dest nedin cebilxaneyên leşkerî yên li erdê dibînin û yekser agahiyê bidin navenda Asayîşê. -
Ciwanên Welatparêz der barê dagirkeriya artêşa Tirk de agahiyan didin gel
Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Jin ên Welatparêz a Kurdistanê, ji bo agahdarkirina gel a li ser dagirkeriya dewleta Tirk, semînerek lidar xistin. -
Li Wanê qeza: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya bejahî ya Wan-Erdîşê, danê vê sibehê qezayeke trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn. -
Gelê Kerboranê li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, piştî ku derketina derve duh hat qedexekirin, danê sibehê êrîşên dijwar destpê kirin. Gelê navçeyê li hemberî êrîşên hêzên dewleta Tirk li ber xwe dide. -
Li Înnsbruckê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
Li bajarê Înnsbruck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, standa agahdarkirinê hat vekirin. -
Li Fînlandiyayê terora dewleta Tirk hat protestokirin
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê dimeşîne, li paytexta Fînlandiya Helsînkî, li ber Konsolosxaneya Tirk hat protestokirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Parîsê hat pîrozkirin
37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytexta Fransa Parîsê hat pîrozkirin. -
Gemariya hewayê ya li Wanê rê li ber fikaran vedike
Li Wanê, mijara ku di rojên dawî de herî zêde li ser tê axaftin, gemariya hewayê ye. Komira nebaş a ku AKP'ê di salên dawî de bi destê Fona Alîkariya Civakî li gelê xizan belav kir, rê li ber gemarîbûna hewayê vedike. -
'Komkujî encama danûstandinên Hewlêr-Riyad-Enqereyê ye'
Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Osman got, "Balkêş e ku ev êrîş piştî çûyîna Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û civîna li Riyadê qewimî. Ev komkujî, encama ji van hevdîtinan derketiye nîşan dide." -
Yekîtiya Suryanî: Êrîş li dijî HSD û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pêk hatiye
Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî êrîşên terorî yên li bajarê Til Temir şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş berteka li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk û avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk in. -
Balafirên şer ên Tirk Garê bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Garê bomberdûman kirin. -
Li Sûrê dorpêç didome: 5 rojnamevan hatin binçavkirin
5 rojnamevanên bi rakirina qedexeya kolanan a ji bo demeke kurt pêk hat, ketin navçeya Sûrê hatin binçavkirin. -
Artêşa Tirk dîsa êrîşî Girê Spî kir
Êrîşên provakatîf ên li hember Rojava yên artêşa Tirk didome.