Êrîşên li hemberî Sûrê dewam dikin

Li Sûrê, piştî navbera 17 saetan a li qedexeya derketina derve, êrîşan careke din destpê kirin.

Li navçeya Amed Sûrê, piştî navbera 17 saetan a li qedexeya derketina derve ya 9 rojan, ku ji bo gel ji navçeyê birevîne hat dayîn, ji duh saet 16:00 û pê ve qedexe careke din ket meriyetê û êrîşan destpê kirin.

Ji ber êrîşên ku tê gotin bi giranî li herêmên Deriyê Mêrdînê û Mizgefta Kûrşûnlû rû didin, dengê çekan tê.

Di qedexeyên beriya niha de ji ber bombeavêjên tîmênt aybet, gelek mal xera bûbûn.

Hat ragihandin ku di şerê dewam dike de polîsekî bi navê M.Ç. birîndar bûye.