Ciwanên Welatparêz der barê dagirkeriya artêşa Tirk de agahiyan didin gel
Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Jin ên Welatparêz a Kurdistanê, ji bo agahdarkirina gel a li ser dagirkeriya dewleta Tirk, semînerek lidar xistin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Jin ên Welatparêz a Kurdistanê, ji bo agahdarkirina gel a li ser dagirkeriya dewleta Tirk, semînerek lidar xistin.
Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Jin ên Welatparêz a Kurdistanê, ji bo agahdarkirina gel a li ser dagirkeriya dewleta Tirk, semînerek lidar xistin.
Semîner li pirtûkxaneya giştî ya Kerkûkê pêk hat û gelek ciwanên Kerkûkî beşdar bûn. Endamê Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê Akar Germiyanî li semînerê peyivî û rewşa siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê, dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve û berxwedana gel a li Kurdistanê nirxand.
Germiyanî got, "Eger dewleta Tirk dikare bi hêsanî bikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê, sedema vê yekê têkiliya PDK'ê bi dewleta Tirk re ye, ku hewl dide xwe pê bide qebûlkirin û li dijî PKK'ê bi dewleta Tirk re tifaqeke berjewendiyan a qirêj kiriye."
Türk askerlerinin istedikleri zaman Güney Kürdistan topraklarına gi
'PEYMANÊN KU KURDISTAN PARÇE KIRINE, BÊWATE BÛNE'
Akar Germiyanî bal kişand ser şerê li erdnîgariya Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku peymanên di sedsala 20'an de Kurdistan kirine 4 parçe bêwate bûne û dibe ku werin nûkirin. Germiyanî got, "Bi taybetî peymanên weke Lozan, Sykes-Pîcot û Cezayîrê yên Kurdistan kirin 4 parçe û komkujî anîn serê gelê kurd, bêwate bûne. Li Rojhilata Navîn ku ji sala 2011'an û vir ve şer lê diqewime û em jê re dibêjin 3. Şerê Cîhanê, yekane hêza di vî şerî de ji xeta azadî, demokrasî û edaletê qut nebûye, gelê Kurd e. Gelê Kurd bi taybetî Kurdên di xeta PKK'yê de ne, ji bo di vê dîzayna nû de mafên xwe bi dest bixin, di nava hewldanên mezin de ne. Lê belê li dijî Kurdan dijmin û xayînên navxweyî jî di nava tevgerê de ne. Ji ber vê yekê divê bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê biçûk û sivik neyê dîtin."
'ARTÊŞA TIRK JI BO PÊŞÎ LI DESTKETIYÊN KURDAN ÊN LI ROJHILATA NAVÎN BIGIRE, HATIYE'
Germiyanî bal kişand ser rastiya paş perdeyê ya bicihbûna leşkerên Tirk li Mûsilê û ji bo perwerdekirina pêşmergeyan nehatine xaka Başûrê Kurdistanê. Ev yek ji aliyê her kesî ve baş tê zanîn. Gelo çima dewleta Tirk bixwaze hêzeke leşkerî ya ku çeteyên wê dixwaze qetil bike, perwerde bike. Dema rewşa siyasî ji aliyê giştî ve were nirxandin wê bê dîtin ku dewleta Tirk dixwaze Osmaniyeke nû bîne Iraq û erdnîgariya Kurdistanê."
Germiyanî da xuyakirin uk eger leşkerên Tirk ji Mûsilê neyê derxistin, wê ji bo gelê Kurd di dema pêş de bibe xeteriyeke mezin û sedema şerên mezin. Germiaynî got, "Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze bi bikaranîna ol û neteweperestiyê re xwe li vê erdnîgariyê bi rêxistin bike. Lewa divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr-nivîskar û gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî leşkerên Tirk helwesteke hevpar nîşan bidin."
'DIVÊ DESTÛR JI XIYANETÊ RE NEYÊ DAYÎN'
Akar Germiyanî bibîr xist ku li Kurdistanê xiyanet û berxwedan timî di zikhev de bi rê ve çûne û da zanîn ku divê gel li hemberî van meylan hişyar û zana be. Germiyanî bal kişand ser berxwedana li çar aliyên Kurdistanê tê meşandin û got, "Lê belê tevî berxwedanê, xeta xiyanetê jî li ser kar e." Germiyanî destnîşan kir ku divê destûr ji serketina xeta niyanetê neyê dayîn.
Piştî axaftinan sînevîzyonek ji axaftinên berê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîşandan.