Li Wanê qeza: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li ser rêya bejahî ya Wan-Erdîşê, danê vê sibehê qezayeke trafîkê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes birîndar bûn.

Mînîbusa rêwiyan a ji Ebexê diçû Wanê, li qemyoneke bar qelibî. Di vê qezaya giran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes bi giranî birîndar bûn. Fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Mînîbuseke rêwiyan a ku xwendekar ji bo ezmûnan dibir, li ser rêya Wan-Erdîşê li TIR'ekê qewibî. Di encama qezayê de mînîbus parçe parçe bû. Hat ragihandin 11 kesên di mînîbusê de jiyana xwe ji dest dane.