Salvegera damezrandina PKK'ê li Parîsê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytexta Fransa Parîsê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytexta Fransa Parîsê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina PKK'ê li banliyoya Sarcelles a Parîsê ji aliyê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ve hat pîrozkirin. Li salona ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hat xemilandin, îlanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin. Şevê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Piştre peyamên li ser salvegera 37. a PKK'ê hatin xwendin.

Di axaftinên li şevê de hat gotin, "PKK tevgereke însanî ye. Bi bilindkirina têkoşîna xwe re gelê Kurd rakir ser piyan û gav bi gav nêzî jiyaneke azad û bi rûmet kir." Qisekeran salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kirin.

Hunermendên Kurd Rotînda, Seyîdxan, hunermendên Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Parîsê û koma Govenda Parîsê di şevê de derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Her wiha li ser têkoşîna PKK'ê sînevîzyon hat nîşan dan. Şev bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...